EDENE - Ahmet Bûlût ku kurê wî Îhsan Bûlût li Girtîgeha Tîpa F a Wanê li dijî tecrîda li Îmraliyê di rojiya mirinê de ye, bang li parazvanên demokrasiyê kir û got: "Bêdeng nemînin, bila mirov nemirin." Her wiha bav Bûlût, bang li rayedarên dewletê jî kir û got: "Bila daxwazên wan pêk bên."
Li Girtîgeha Tîpa F a Wanê, Îhsan Bûlût di 23'yê Sibatê de li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ketibû greva birçîbûnê û di 30'yê Nîsanê de jî tevî 14 hevalên xwe çalakiya xwe ya greva birçîbûnê veguherand rojiya mirinê."
Îhsan Bûlût, wexta xwendekarê Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Çûkûrovayê bû ji ber tev li protestokirina Komkujiya Roboskiyê bû hat girtin û 15 sal ceza lê hat birîn. Lê belê di Adara 2015'an de Dadgeha Bilind cezayê Bûlût xera kir û hat berdan û ji nû ve hat darizandin û 7 sal ceza lê hat birîn.
Her wiha Bûlût, di 21'ê Mijdara 2015'an de ji ber li Gevera Colemêrgê çû şîna hevalê xwe Seyîthan Dede ku bi guleya polîsan hat kuştin, polîsan bera wî jî da û ji her du lingên xwe birîndar bû. 4 mehan li Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Wanê hat tedawîkirin. Piştî tedawiyê ji ber cezayê wî hat pesendkirin hat girtin.
'BÊDENG NEMÎNIN'
Bav Ahmet Bûlût, diyar kir ku roja şemiyan kurê wî lê digere. Bûlût, bilêv kir ku herî dawî di Kanûna 2018'an de ji bo hevdîtina vekirî çûye girtîgehê û ji wê rojê heta niha kurê xwe nedîtiye. Bûlût, got: "Rewşa me ya aborî nebaş e. Her wiha pir dûr e, loma nikarim biçim. Ez bi şev notirvaniyê dikim û wiha debara xwe dikim. Li wir xizmên me hene, diçin cem wî."
Bav Bûlût, bi brî xist ku kurê wî ketiye rojiya mirinê û got: "Ew vîna wan e. Rêza min ji bo wê heye."
Bav Bûlût bêdengiya civakê rexne kir û xwest berî mirin çêbibin divê daxwaza wan bê qebûlkirin. Bav Bûlût, bang li Serokomar û Wezîrê Dadê kir û got: "Daxwaza girtiyan pêk bînin. Behsa îslamiyet û mirovahiyê dikin. Divê dewlet bi qasî Venezûela û Filîstînê me jî bibîne. Bang li demokrasîparêz û mirovahîparêzan dikim: Mafên me jî hene. Mirov doza mafên xwe dikin, bila nemirin. Bila kes bêdeng nemîne û tu kes nemire."
MA / Hamdullah Kesen