AMED – Hin penaberên ji Afxanîstan, Pakîstan, Bangladeş û Sûriyeyê hatine Tirkiyeyê, li navçeya Peyasê li Mizgefta Feqiyê Teyran dimînin.
Li Peyasa Amedê, Mizgefta Feqiyê Teyran ku hîn çêkirina wê didome niha bûye hêwirgeha penaberên ji Afxanîstanî Îran, Pakîstan, Bangladeş û Sûriyeyê hatine Tirkiyeyê. Zêdetirî 100 penaberên ku piraniya wan di biniya 18 salan de ne û ji neçarî li mizgeftê dimînin, li hewşa mizgeftê betaniyan radixin û li ser wan radikevin. Hin penaber jî li konteynerên li otogarê radikevin. Carinan esnafên otogarê û carinan jî Kizilay xwarinê dide wan.
‘EM HATIN DERBKIRIN'
Muhammed Araf (21) ê ji Afxanîstanê diyar kir ku 4 roj berê hatiye. Araf, bilêv kir ku ji ber milîtanên Talîbanê leşkerî li wan ferz kiriye reviyane û wexta hatine Tirkiyeyê li deriyê sînor (Deriyê Sînor ê Kapikoy-Razî) polîsan ew derb kiriye û paşê hatine berdan û bi otobêsê hatine Amedê. Araf, got: "Di rê de ji ber polîsan dizanibû em polîsên li nasnameya me nedinerîn. Ji bo xebatê hatime vira. Li Afxanîstanê şer heye. Em dixwazin em biçin Îzmîr, Stenbol û Enqereyê bixebitin. Malbata min li Afxanîstanê ye, extiyar in û nikarin bên. Ez jî dixwazim bixebitim û wan ji şer xelas bikim. Lê li vira jî kar tune ye."
Kayyûm Yarî (22) ku ji Afxanîstanê bi peya hatiye Ûrmiyeyê, diyar kir ku tevî birayê xwe yê 16 salî hatiye. Yarî, diyar kir ku nêzî 2 meh berê hatine û 30 rojî di rê de tî û birçî mane. Yarî, bilêv kir ku ji bo xebatê ew ê biçe Stenbolê.
‘JI DOJEHEKÊ BER BI DOJEHEKE DIN VE'
Yarî, anî ziman ku li Amedê mehekê li înşeatekê xebitîne û hezar lîre pere girtine û got: "Bi şev sar e. Birayê min biçûk e. Ji bo germ bibe kinsên li ser xwe didim wî. Ji xeynî me wê hin kesên din jî werin. Niha li Amedê kar tune ye, em ê biçin bajarên mezin. Lê niha li Tirkiyeyê jî kar tune ye. Li vira her kes birçî ye. Jixwe pir ji me hez nakin. Ji ber em penaber in. Em ji dojehekê erviyan hatin dojeheke din. Tên li me dinerin û diçin. An jî henekê xwe bi me dikin. Tirkiye vîzeyê nade me."
MA / Rûken Demir