STENBOL - Malbatên ku ji bo balê bikişînin ser grevên birçîbûnê li Esenyûrtê çalakiya rûniştinê li dar dixin, gotin ew ê li vê qadê her roj daxwazên xwe bilêv bikin.
Li Esenyûrta Stenbolê, çalakiya nobetê ya malbatên girtiyên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne, di roja 8'an de ye. Malbatên ku li Qada Esenyûrtê tên gel hev, ji bo balê bikişînin ser greva birçîbûnê çalakiya rûniştinê li dar xistin. Polîsan malbatan dorpêç kir û ji qadê dûr xistin. Xizmên girtiyan, bilêv kir ku ji bo dengê xwe ragihînin ew ê her roj werin vê qadê.