RIHA - Çalakiyên nobetê yên malbatên girtiyên li dijî tecrîdkirina Ocalan di greva birçîbûnê dene, li Pirsûs û Wêranşarê dabûn dest pê kirin, dewam dikin.
Çalakiyên nobetê yên malbatên girtiyên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di grev birçîûnê dene, li navçeyên Pirsûs û Wêranşarê yên Riha dabûn dest pê kirin, dewam dikin. Ligel ku polîsan çalakiya nobetê ya li avahiya HDP’ê ya Pirsûsê asteng kirin jî, di roja 5’emîn de dewam dike. Gelek welatiyan çalakî ziyaret kirin.
Çalakiya li avahiya HDP’ê ya Wêranşarê jî dest pê kiribû di roja 4’emîn de berdewam dike. Li gel hemû astengiyên polîsan jî, gelek welatiyan çalakiya nobetê ziyaret kirin.