AMED – Polîsan biryara walîtiya Amedê hêcet nîşanda û têketina laçikên spî ya qada mitînga 1'ê Gulanê qedexe kirin û nehiştin jin, karker û kedkar bi laçikên spî bikevin qadê.
KESK, DÎSK, TMMBO û Odeya Bijîşkan a Amedê li Qada Îstasyona Amedê mitînga 1’ê Gulanê li dar dixe. Endam û rêveberên Şaxa TMMOB’ê ya Amedê li ber Navenda Çand û Kongreyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê kombûn û bi berzkirina dirûşmeyan meşiyan qada mitîngê. Polîsan di nokteya lêgerînê de korteja TMMOB’ê asteng kir. Polîsan nehişt laçikên spî derbasî qadê bikin. Demek dirêj di navbera polîs û kedkaran de nîqaş qewimî.
Polîsan rojnamegerên astengkiyê dişopandin jî asteng kirin û gefa kişandinê li wan xwarin.
WALÎTIYÊ LAÇIKA SPÎ QEDEXE KIR
Nûnertiya Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGS) a Amedê jî li Rawestgeha Ayhanê kom bûn û bi pankarta “Çapemeniya azad nayê bêdengkirin” meşiyan qadê.
Jinên ku li hêla Ofîsê kom bûn û bi kortej a laçikên xwe yên spî meşiyan qadê ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin. Parlamentera HDP’ê ya Amedê Remziye Tosun û Parlamenterê CHP’ê yê Stenbolê yên di kortejê de cih girtin bi polîsan re nîqaş kirin.
Polîsan di nîqaşê de li xwe mikûr hatin û gotin ku laçikên spî ji aliyê Walîtiya Amedê ve hatiye qedexekirin. Lê polîsan têkildarî biryara qedexeyê tu belge nîşan nedan. Bendemayîna jinan a di têketina qadê de didome.
‘LEYLA GUVEN RÛMETA ME YE’
Korteja KESK’ê jî ji hêla Semta Ofîsê ve bi berzkirin dirûşman meşiyan qadê. Di kortejan bênavber dirûşmên “Leyla Guven rûmeta me ye” berz kirin.”
Herikîna ber bi qadê ve didome.