WAN – Cenazeyê Omer Topgaç ê ji bo masiyan bigire çû Gola Qaza ya Ebexê û carek din agahî jê nehat girtin hat dîtin.
Li navçeya Ebexê ya Wanê Omer Topgaç 23 roj berê ji bo li Gola Qaza masiyan bigire çûbû nêçîrê û carek din agahî jê nehatibû girtin. Vê sibehê cenazeyê Topgaç di golê de hat dîtin û ji bo otopsiye rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Ebexê.