NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê DYA Donald Trûmp, ji bo hezar û 800 DAIŞ’iyên biyanî yên di destên QSD’ê de ku welatên Ewropa grem nêzî îadekirinên wan nabe, bertek nîşan da û got “Ev ne başe.”
Nîqaşên li ser rewşa DAIŞ’iyên biyanî yên di destên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) berdewam dikin. Serokê DYA’yê Donald Trûmp derbarê nîqaşên îadekirina DAIŞ’ên biyanî de daxuyaniyek da. Trûmp, bertek nîşanî welatên Ewropa yên welatiyên xwe yên DAIŞ’î red dikin, da.
Trûmp, li ser hesabê xwe yê Twîtterê, derbarê DAIŞ’iyên li kampên QSD’ê tên girtin de, ev daxwuyanî da: “Di şerê dawî yê ji bo ku em Xîlafetiya li Sûriyeyê ji sedî sed tune bikin de, 1800 DAIŞ’iyên hatin girtin, hene. Niha, em ji bo van mehkûmên bi talûke biryaran digirin. Lê welatên Awropa, li gel ku ev ji bo başiyan wan tê kirin jî, di vê mijarê de qet nabin alîkar û welatiyên xwe yên mehkûm red dikin. Ev ne başe!”