‘Bi israr, têkoşîn û berxwedan şanoya kurdî li ser dikan temsîl dikin’

img

AMED – Mihrîcana 7’emîn a Şanoya Amedê berdewam dike. Nivîskar Selîm Temo diyar kir ku berhemên klasîkên cîhanê ku tên wergerandin û li şanoya kudî tînin, şanoya kurdî bi xwe re gerdûnî dike û nivîskarên kurd divê ji bo şanoya kurdî nivîsan binivîsînin. 

Mihrîcana 7’emîn a Şanoya Amedê ku bi dirûşma “Heqîqet Azad Dike” bi beşdariyek zêde ya şanohezan dewam dike. Bernameya mihrîcanê bi mêvan ango komên cuda yên şanoyê dixemile. Koma Şanoya ya Mencelê ya Wanê duh êvarê bi lîstika xwe ya “Kozik” derket ser dikê. Lîstik li Salona Navenda Çand û Kongreyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hat pêşandan û bi sedan şanohez beşdar bûn. Gellek nivîskar jî li lîstikê temaşe kirin. 
 
Lîstikê Adalet Agaoglu nivîsandiye û Perînaz Delazy jî derhêneriya lîstikê dike. Di lîstikê de 3 jin dileyîzin. Lîstik qala jiyana sê jinên çîna navîn dike û xîzanî, belengazî, şer û pevçûn qet ne di xema wan de ye. 
 
‘HUNERMENDÊN KURD DIKARIN XWE LI SER PÊYA BIGIRIN’ 
 
Nivîskar Selîm Temo yê di nava temaşevanan de cih girt têkildarî mihrîcan û şanoya kurdî pirsên ajansa me bersivand. Temo got wî lîstika “Kozik” gellek ecibandiye.  Temo diyar kir ku şanoya kurdî sedsalek li pey xwe hiştiye û got: “Yekem car Ebdurrehîm Rehmî Hekkarî 101 sal berê lîstika Memê Alan nivîsandiye û vegotiye.” 
 
Temo bal kişand ser prosesa 3-4 salên dawî ya çand û hunera kurdî û got: “Tevî ku zordestan hemû dezgehên çand û hunera kurdî desteser kirin jî lê hunera kurdî hilberandina xwe domand. Nemaze Şanoya Bajêr a Amedê li gel şertên kêm û bêavantajiyan jî lîstik ango şanoya kurdî hilberandin û derketin ser dikan. Hewldan û xebatên Şanoya Bajêr a Amedê da nîşandan ku hunermendên kurd dikarin li ser pêya bisekinin. Li gorî min ev tiştek pirr muhîm e. Yanî di vê serdema dawî de li bajarên wek Batman, Wan û gellek deverên din şanogerên kurd vala nesekinîn, her tim hilberandin. Xebata şanogerên kurd me bextewar dike. Em pê kêfxweş in. Bi israr, têkoşîn û berxwedan peyva kurdî li ser dikan temsîl dikin.” 
 
‘LAZIM E QÎMETÊ BIDIN ŞANOYA KURDÎ’ 
 
Temo destnîşan kir ku di 25 salên dawî de şanoya modern a kurdî gellek xebatên hêja kirin û pêşketinek mezin bi xwe re anî û wiha dewam kir: “Lîstikên şanoyê yên kurdî gellek serkeftî ne. Lîstikên ku ji berhemên biyanî tên wergerandin û bi kurdî dileyîzin jî gellek serkeftî ne. Mirov dikare gellek mînakên van lîstikan bide. Li gel ew qas bêderfetiyan û zextan jî divê ev xebat binirx bê dîtin. Lazim e piştevaniya van saziyên hunerî ku di hedefa zordestan de ne bê nîşandan.” 
 
‘DIVÊ NIVÎSKARÊN KURD JI ŞANOYA KURDÎ HAYDAR BIN’ 
 
Temo diyar kir ku berhemên klasîkên cîhanê ku tên wergerandin û li şanoya kudî tînin, şanoya kurdî bi xwe re gerdûnî dike û nivîskarên kurd divê ji bo şanoya kurdî nivîsan binivîsînin. Temo got: “Wergerandina ji klasîkên gerdûnî rê li ber lîstikên te yên xwemalî ango kurdî jî rê vedike. Li gorî min şanoya kurdî derdixe astek bilindtirîn. Li gorî min mirov di qada hunerê de çiqas gerdûnî tevbigere dê ewqas pêşketin çê bibe. Lê çi dibe bila bibe divê bi hemû zaravayên kurdî lîstikên xwemalî jî bên çêkirin. Ancal lîstikên telîf hindik be jî kêm dibînin. Lê xwezî hemû nivîskarên kurd çi ên ku helbestvan û çi romannûs ferqa nake, ji lîstikên şanoyê tên nivîsandin agahdar bin. Heke hinek berê xwe bidin vê qadê wê gellek baş bibe. Li gorî vê yekê dibe ku hin lîstikên baştir jî derkevin.” 
 
MA / Bîlal Guldem – Lezgîn Akdenîz 
 

Sernavên din

04/05/2019
11:31 Polisan deriyê avahiya HDP'a Amedê dorpêç kir
11:20 Bekaroglu: Divê tecrîdkirina Ocalan rakin
10:15 Bavê girtî: Wê berxwedana zarokên me bi ser bikeve
10:14 Hunermenda opera: Dema ez bi kurdî distrêm wekî roj li min hilê
09:48 Qeyûm deyn ranezand, DEDAŞ’ê ceryan birî: Ava Mêrdînê qût bû
09:32 Leyla Guven 178 roj in li ber xwe dide
09:31 Saman: Ji ber zimanê perwerdehiyê qedexe ye, ziman asîmîle dibe
09:30 Hayme ku li girtîgehê refeqatvaniya çalakgerên gerva birçîbûnê dikir: Li ber çavên me dihelin
09:29 Hatîmogûllari: Berî ku cihêkarî kûrtir bibe gavina bavêjin
09:28 Malbata Çeşme ya di rojiya mirinê de: Li ku berxwedan hebe em li wir in
09:26 Bi berhevkirina kaxezan debara xwe dike
09:26 Ji bo piştgiriya kurê xwe ket grevê
09:25 Remezan hat, lê...
09:24 Çalakgerê rojiya mirinê Ozagar: Wijdanê me çalakî daye pêş me
09:24 'Em bi ruhê 14'ê Tîrmehê li ber xwe didin'
09:22 Taş ê di greva birçîbûnê de bang li dayikên tirk kir: Pêşeroj di dest te de ye
09:21 'Bila qedexeya li ser zozanan bi dawî bibe'
09:00 ROJEVA 4'Ê GULANA 2019'AN
03/05/2019
18:11 Heyeta Şopandinê ya Grevên Birçîbûnê: Jiyana girtiyan di asteke pir xetere de ye
17:12 Nûçegihanê me Polat li dadgehê hat binçavkirin
16:30 Dayika Di nobetê de ye: Divê dawî li bêwîjdaniyê bînin
16:19 Cezayê hepsê dan bijîşkan
16:06 Baroya Amedê der barê tundiya polîsan de serlêdana sûc kir
15:46 ÎHD li dijî tundiya polîsan serlêdana sûc dike
15:40 Dayikên girtiyan: 24 saetan em ê li kolanan bin
15:35 Li Edeneyê dayik ji bo zarokên xwe ketin greva birçîbûnê
15:14 Platforma Ked û Demokrasiyê ji Wezareta Dadê re faks şand
15:03 Li Gebzê, polîsan bi zorê malbat li wesayîtan sîwar kirin û ji qadê dûr kirin
15:01 Polîsan li Bakirkoyê li malbatên girtiyan dan
14:03 Şaredariya Amedê 4 konên fitarê vedide
13:47 ÎHD: Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê: 142 rojnameger girtî ne
13:41 ÎRA: Îro 3’yê Gulanê ye lê em li Tirkiyeyê rewşek berevajî dijîn
13:28 Li Kerboranê mirina bi guman a jinekê
13:11 Polîsan destûr nedan blokên betonê yên derdora Şaredariya Pirsûsê bên rakirin
12:46 Platforma Rojnamgerên Jin a Mezopotamyayê: 14 rojnamegerên jin di hepsê de ne
12:42 Jinên di greva birçîbunê de sirgûnî girtîgeha 670 kilometre dûr kirin
12:37 Li Cizîrê kesek mirî hat dîtin
12:35 Şaredariya Sûrê peymana 146 kesên qeyûm girtibûn kar betal kir
12:18 Li Cîlo amadekariya operasyonê leşkerî
11:53 Dayika kurê wê girtî ya polîsan lêda: Ez li benda mirina kurê xwe nesekinim
11:16 Li Zanîngeha Dîlokê li şûna ala Sûriye ala OSO hildan
10:28 Malbata Ferhat Turgay: Bila bi Ocalan re hevdîtin bikin
10:21 Ahmet Topkaya yê di rojiya mirinê de: Êdî tu qîmeta gotinê tuneye
10:05 Serokê KKP’ê Çîftyurek: Ger em lêdanê bixwin bila em bi hevre bixwin
09:35 Şivanê bi guleya leşkeran birîndar bû, jiyana xwe ji dest da
09:34 Leyla Guven 177 roj in li ber xwe dide
09:33 Nasir Yagiz: Rojiya Mirinê rexneyek li hemberî bêdengiyê ye
09:32 ‘Eger em xwedî dernekevin, wê dewlet gav navêje'
09:31 'Dema min bi destê wî girt wekî qeşayê cemidî bûn'
09:31 Sarisaç: Gotin qediyaye, dem dema çalakiyê ye
09:25 Girtiyê di grev birçîbûnê de: Berî bi derengî bikeve vê bêdengiyê bişikînin
09:24 Piştî 11 mehan malbata Şenyaşar vegeriya mala xwe
09:23 Li Rihayê tenê du hosteyên vî karî mane
09:23 Kesê ku çapemeniyê ji bo wî got 'dizê ku kincên polîsa li xwe kiriye', polîs derket
09:22 Girtiyê 64 roj in di greva birçîbûnê de ye: Bi me ser bilind bin
09:21 Îhsan Bûlût ê di rojiya mirinê de: Têkoşîn hebe hêvî jî heye
09:21 'Zebze difiroşim lê nikarim zebze bibim mala xwe'
09:00 ROJEVA 3'YÊ GULANA 2019'AN
02/05/2019
16:57 Doza belgefîlma ‘Bakur’ hat taloqkirin
16:38 Çalakiya rûniştina li Amedê ya îro bi dawî bû
16:15 Dayikên girtiyan: Ji bo zarokên me êdî deqîqe jî girîng in
16:04 Serokê Baroyê: Divê bi qasî nan û av edalet bê xwestin
15:36 ÎHD: Li Wanê di demsalek dawî de Hezar û 35 mafên mirovan binpê bûn
15:33 Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê banga lezgîn kir: Bila Hikumet gav biavêje
15:23 Ji Odeya Bijîşkan û SES’ê hişyariya greva birçîbûnê: Sibê dibe ku derengî be
14:53 Li Gebzeyê mudaxele: 4 kes binçav kirin
14:49 Polîsan daxuyaniya li ber Girtîgeha Şirnexê asteng kir
14:39 Çalakgerê piştgirî da greva birçîbûnê beraet kir
14:13 Bi hêceta ‘wergêr nîne’ pirtûka wî nedanê
13:54 Partiyên îtîfaqa kurd çûn serdana Hevşaredar Ahmet Turk
13:29 AYM’ê serlêdana ji bo rojnameger Ataman red kir
12:54 Rêbaza salên 1990’an: Gundî kom kirin, heqaret, îşkence, şewitandin û binçav kirin
12:43 Polîsan li Stenbol û Amedê mudaxaleyî dayikan kir û gelek çalakger binçav kirin
12:32 Doza Panzêrê hat dîtin: Polîsê bersûc dîsa dest bi wezîfeyê kiriye
11:42 Li Aydinê welatiyek bêkar întîxar kir
11:34 Lîstika qala jiyana Zabel Yesayan dike li Amedê hat pêşandan
11:18 Partiyên îtîfaqa kurd, Hevşaredar Mizrakli ziyaret kirin
10:54 Parêzerên Ocalan cara 811’emîn serî li dozgeriyê dan
10:35 Temel bertek nîşanî bêdengiyê da: Êdî ne roj, saet 15 kesan nêzî mirinê dike
10:16 Rojnamegerê dersînor kirin: Pirsa tu li hember gelê kurd çi hîs dikî kirin
09:35 Li Hatayê 6 kes hatin berdan
09:24 Arslan: Eger gotinek hebe, divê ew jî xwedîderketina li rojiya mirinê be
09:19 Du hevalên hev ê zarokatiyê bi hev re di greva birçîbûnê de ne
09:18 Malbata Îhsan Bûlût ê di rojiya mirinê de: Bêdeng nemînin, bila daxwaza wan bê qebûlkirin
09:17 Penaberên li mizgeftê hêwirîne ji bo debara xwe bikin li ber xwe didin
09:03 Qeydên şaredariyê 'bertîlê' piştrast kir
09:00 Girtiyê di greva birçîbûnê de: Bila dewlet li gor qanûnên xwe tevbigere
09:00 ROJEVA 2'YÊ GULANA 2019'AN
08:23 Leyla Guven 176 roj in li ber xwe dide
01/05/2019
22:49 'Em ê her roj li vê qadê bin'
17:30 Bi sedhezaran kes qîr kir: Ne tecrîd em jiyanê diparêz in
16:53 Li Wanê 1'ê Gulanê hat pîrozkirin: Girtî bang li wîjdanên mirovahiyê dikin
16:49 Çalakiyên nobetê yên li Wêranşar û Pirsûsê dewa dikin
16:39 Li Qada Îstasyonê banga ‘seferberiyê’ dubare kirin
16:11 Meşa dayikên laçik spî hat astengkirin
16:00 ‘Ji bo em bêjin êdî bes e, em hatin gel hev’
15:45 Bîlgen: Azadî tune be, ked jî tuneye
15:27 Li gelek navendan pîrozbahiya 1’ê Gulanê: Tecrîdê bi dawî bikin bila zarokên me bijîn
15:12 7 ciwanên HDP’î li ewlekariya Êlihê tên girtin
14:47 Dayikên bi laçikên spî astengî nas nekir û li qadê cih girtin