AMED - Dayika Ahmet Topkaya yê li dijî tecrîda li Îmraliyê li Girtîgeha Tîpa D a Amedê ket rojiya mirinê Fatma Topkaya, diyar kir ku heya kengî dê mirin pêk werin û got: “Biçin li girtîgehan mêze bikin, hemû şitlên me bûne çengek. Berî ku mirin pêk bên, bila qanûnan bi cih bînin.”
15 girtiyên li 4 girtîgehên cuda, di 30’ê Nîsanê de li dijî bêdengiya raya giştî bertek nîşan dan û çalakiya xwe ya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan veguherandin rojiya mirinê. Girtî Ahmet Topkaya yê ji 1’ê Adarê ve li Girtîgeha Tîpa D a Amedê di greva birçîbûnê de ye jî, di nava 15 girtiyên ketin rojiya mirinê de, cih digire. Topkaya di sala 1992’an de li navçeya Hênê ya Amedê hatiye dine, di 18 saliya xwede dibistana lîsê terk dike, bi malbata xwe re ji bo xebatê diçe Antalyayê û li wir jî beşdarî HPG’ê dibe. Topkaya di Hezîrana 2016’an de li çoltera navçeya Lîcê di dema operasyona leşkerî de bi birîndarî tê girtin û 22 sal cezayê girtîgehê lê tê birîn. Topkaya ji roja hatî girtin û vir ve li Girtîgeha Tîpa D a Amedê dimîne.
‘DI HEMÛ HEVDÎTINAN DE BI MORAL VEDIGERIM’
Dayik Fatma Topkaya derbarê rewşa kurê xwe de axivî û wiha got: “Bi salan li benda agahiya kurê xwe mam. Ji sala 2016’an ve kurê xwe li girtîgehê dibînim. Kurê min di 1’ê Adarê de dest bi greva birçîbûnê kir. Di hemû hevdîtinan de bi moral ji girtîgehê derdikevim. Ez tim bi xemgînî diçim girtîgehê, lê ez ji wî moral dikim û wina vedigerim malê. Ew bi hevalên xwe re bi biryar û bi moralin.”
‘EZ RÊZDARÊ VÎNA WÎ ME’
Dayik Topkaya, bal kişand ser rojiya mirinê ya kurê wê ketiye û wiha bilêv kir: “Ez rêzdarê vîna wî me. bila êdî dayik negirîn. Êdî bese. Bila dewlet gav bavêje. Bila ji girtîgehan cenaze dernekevin. Heyfa mirovên me. Hemû zarokên me ne.”
‘ÊDÎ TIŞTEKÊ KU EM BÊJIN NEMA YE’’
Topkaya, da zanîn ku girtiyn ji ber bêdengiya raya giştî dest bi rojiya mirinê kirin û wiha bi dawî kir: “Divê mirov rabin serhildanê. Gelo çima kes na rabe serhildanê? Bi vê bêdengiyê, emê tiştekê bi dest nexin. Êdî tiştekê ku em bêjin nema ye. Dayik rastî êrîşan tên. Ma dayikan çi kiriye? Ger gel bi gelemperî kom nebe, emê encamê bi dest nexwin. Em bang li Wezareta Dadê dikin ku qanûnên xwe bi cih bîne. Bi şev û roj digirîm. Di pariya dixwim de, dilê min dişewite. Berî ku mirin pêş bên, divê dewlet gav bavêje. Ciwanên me û mirovên me ne man. Heya çi demê dê mirin hebin. Biçin li girtîgehan mêze bikin, hemû şitlên me bûne çengek. Em naxwazin mirin pêk werin. Bila tenê qanûnên xwe bi cih bînin. Wê demê ev pirsgirêk dê ji holê rabe.”