MÊRDÎN – Li Mêrdînê Xwediyê Rojnameya Mardîn Lîfe Kadîr Urundu, li Desteya Îlanê ya Çapemeniyê îxbara du rojnameyên herêmî kiribû. Urundu bi awayî xwe parast: "Bêyî daxwaznameyê bixwînim min îmze kir. Nizanim, nayê bîra min."
Li Mêrdînê rojnameyên herêmî Mardîn Lîfe, Kir’atim û Mardin İletişim di 17'ê Tîrmeha 2018'an de daxwaznemeyek hevpar nivîsandin û li Desteya Îlanê ya Çapemeniyê xwestin îlanên ji bo rojnameyên rojnameya Mardîn Arena û Mardîn Haberê bên rawestandin. Midûrê Karên Nivîsê yê Rojnameya Mardîn Lîfe û serokê cemiyeta Rojnamevan û Nivîskarên Mêrdînê Kadîr Urundu, Xwediyê Rojnameya Kir'atim Veysî Akar û Xwediyê Îmtiyazê yê Rojnameya Mardîn Îletîşîmê Ridvan Fîdan daxwaznameyk nivîsandin û di daxwaznameyê de derpêş kirin der barê xwediyên her du rojnameyan û nûçegihanên wan de bi îdiayên "propagandaya rêxistinê" û "endamtiya rêxistinê" doz haine vekirin.
‘MIN NEXWEDIYE, NAYÊ BÎRA MIN'
Der barê vê mijarê de me bi Xwediyê Karên Nivîsê yê Rojnameya Mardîn Lîfeyê Kadîr Urundu re axivî. Urundu, derpêş kir ku bêyî hayê wî ji naveroka daxwaznameyê hebe îmze daniye binî. Urundu, got: "Xebatkarên çapemeniyê yên li Mêrdînê daxwaznameyk amade kirin. Ji me jî rica kirin. Me jî îmze danî binî. Nizanim naveroka wê çi bû. Me tu carî muxbîrî nekiriye û em tim li dijî muxbîriyê derketine. Wexta min îmze danî bin, min daxwazname dît. Lê min nexwed. Ji ber di warê çapameniyê de em û wan hevalan destekê didin hedu, min nexwend."
Me gotina "Divêtiyeke me yî feraseta çapemeniya serbixwe ye" ku di daxwaznameyê de cih girtibû bi bîra Urundu xist. Urundu, got: "Ji ber mijareke kevn e naveroka wê nayê bîra min. Nayê bîra min ka min xwendiye yan na. Ji ber baweriya min bi wan tê, îmze ji min xwestin min jî îmze danî binî."
'ETÎK METÎKÊ NIZANIM'
Me etîka rojnamegeriyê bi bîra Urundu xist. Urundu jî got: "Biro ez bi etîk-metîkê nizanim. Tenê vê dizanim, di vî warî de hevaş mexdûr bibûn û daxwaznameyek bi vî rengî amade kirin. Xwestin destekê bidim wan. Gotin, em 4 kes in. Min jî got 'temam'. Yanî min naveroka wê nexwend. Nayê bîra min."
Her wiha Urundu ji bo abonebûnê ku Şaredariya Mezin a Mêrdînê ya di bin banê rêveberiya qeyûm de bûye aboneyê her sê rojnameyên navbirî jî got: "Hayê min jê tune ye. Ez tu carî ji bo abonetiyê neçûme şaredariyê û min şaredarî nekiriye abone. Şaredarî hatiye û bûye abone. Û nikarim ji kesî re bêjim nebe abone jî. Tenû abonetiay xwe ji bo her sê rojnameyan çêkiriye. Çima nebûye aboneyên yênd in, nizanim. Tu eleqeya vê bi wê daxwaznameyê re tun ye. Bi qasî dizanim xwestiye bibe aboneyê Rojnammeya Arenayê jî. Lê ji ber Rojnameya Arenayê weşana xwe da rawestandin nebûye abone. Yanî em behsa 30 aboneyan dikin. Wekî din tiştek tune ye. Di dema HDP'ê de jî hebû. 30 abone zêde ne?"
Urundu, destnîşan kir ku ji xeynî abonetiyê wan tu kar bi şaredariyê re nekiriye û got: "Tu rojnamevan î, lêkolîn bike ka me tiştek din kiriye yan na."
BELGE EW LI DEREWÊ QELIBANDIN
Lê belê li gorî li gorî qeydên şaredariyê ne 30 aboneyên Rojnameya Mardîn Lîfeyê, 50 aboneyên wê dixuyên. Her wiha derket holê ku rojnameyê ji bo abonetiya salekê 15 hezar û 350 lîre stendiye. Urundu, diyar kiribû ku ji bilî abonetiyê wan tiştek nekiriye, lê belê derket holê ku Rojnameya Mardîn Lîfeyê bi beramberiya 14 hezar û 390 lîreyî karê ala û pankartan ê şaredariyê jî girtiye.
MA / Ahmet Kanbal