ŞIRNEX – Hevseroka HDP'a Silopiyayê Fatma Gunduz ku hat berdn, diyar kir ku der barê gelek girtiyan de lêpirsînên dîsîplînê hatine destpêkirin û çav û guhê girtiyên di greva birçîbûnê de jî li benda dengê derve ne.
Hevseroka HDP'a Silopiyaya Şirnexê Fatma Gunduz, di 7'ê Nîsanê de bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" hatibû girtin. lê belê piştî parêzeran îtiraz kir di 26'ê Nîsanê de hat berdan. Gunduz, ji ber parvekirinên li ser medyaya civakiyî bi roja di Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê de ma.
ÊN DI GREVÊ DE ZIHÎF BÛNE
Gunduz, bilêv kir ku ew û Fatma Çetînkay, Rojda Tokçû û Zeynep Mete ku li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne di heman qawîşê de diman. Gunduz, bal kişand ser rewşa tenduristiya girtiyan û got, li girtîgehê bi giştî 8 girtiyên siyasî yên jin hebûne. Gunduz, destnîşan kir ku moralê girtiyan pir baş bûye. Gunduz, da zanîn ku her sê jinên di greva birçîbûnê de pir zihîf bûne û lîmon û tiştên avî bi awayekî snordarkirî tên dayîn.
CEZAYÊ DÎSÎPLÎNÊ
Gunduz, anî ziman ku bijîşk bi awayekî rêk û pêk girtiyên di greva birçîbûnêd e kontrol nakin û got: "Cezayê dîsîplînê li girtiyan tê birîn. Hema bêje 3 rojan carekê davêjin ser qawîşan û hemû alav tên belavkirin. Yanî me peyvek jî bigota cezayê dîsîplînê li me dihat birîn. Cezayê hucreyê û pêwendiyê li çend hevalan hatiye birîn. Lêgerîneke ne di rê de dihat ferzkirin. Kesên qebûl nedikirin, der barê wan de girtek dihatin nivîsandin."
‘ÇETÎNKAYA TEDAWÎ QEBÛL NEKIR'
Gunduz, da zanîn ku Fatma Çetînkaya ku di greva birçîbûnê de ye du caran rewşa wê xirab bûye û ji ser hişê xwe çûye. Gunduz got: "Me xwest em wê bibin cem bijîşk, lê tedawî qebûl nekir. Bijîşkê girtîgehê li tansiyon û şekirê wê nerî. Wexta ji bo tedawiyê gazî wê kirin red kir. diyar kir ku ew ê çalakiya xwe bidomîne û bi tu awayî tedawiyê qebûl nake."
Gunduz, diyar kir ku bêdengiya derve girtiyan nerihet dike û got: "Bêdengiya derve moralê wan xirab dike. Dixwazin her kes bibe dengê wan. Çav û guhê girtiyan li dengê derve ye."