SÊRT - Ahmet Tîmûrtaş ku kurê wî Sulyeman Tîmûrtaş 62 roj in di greva birçîbûnê de ye, diyar kir ku wan tu carî edaleta vê dewletê nedîtiye û got: "Di tu qanûnê de dijminatiyeke wiha tune ye."
Li girtîgehan ligel çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û nedorveger a li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, çalakiya rojiya mirinê ya 15 girtiyan jî didome. Yek ji girtiyên di greva birçîbûnê de jî Suleyman Tîmûrtaş ê 34 salî ye. Tîmûrtaş, 3 sal berê hatiye girtin û 7 sal û nîv ceza lê hatiye birîn û ji 1'ê Adarê ve di greva birçîbûnê de ye.
‘BILA GEL XWEDÎ LI GIRTIYAN DERKEVIN'
Dayik Kûmrû Tîmûrtaş (50), diyar kir ku bi telefonê bi kurê xwe re axiviye û got: "Kurê min got rewşa wî nebaş e û pir zihîf bûye. Dengê wî nebaş bû. Bila tecrîda li ser zarokên me bi dawî bibe. Dilê me diêşe. Êdî xwarin di qirika me re naçe. Bila gelên cîhanê xwedî li girtiyan derkevin."
‘DAXWAZA WAN DAXWAZA ME YE'
Bav Ahmet Tîmûrtaş (56) jî got: "Kesên di greva birçîbûnêd e pîroz dikim. Greva wan greveke mafdar e. Daxwaza wan daxwaza me ye. Heta niha me tu edaleta vê dewletê nedîtiye. Di tu qanûnê de dijminahiyeke wiha tune ye. Ji bp mirovatî ji greva birçîbûnê derkeve divê rojek berî rojekê daxwaz bên qebûlkirin."
‘BILA CENAZE DERNEKEVIN'
Bav Tîmûrtaş, bang li Serokomar û Wezîrê Dadê kir û got: "Êdî bes e. Em jî li malê di grevê de ne. Xwarin di qirika me re naçe. Em hemû tên îşkencekirin. Hêvîdar im gerva birçîbûnê rojek berî rojekê encamê bigire. Bila cenaze ji girtîgehan dernekevin. Em naxwazin kes bimire."
Tîmûrtaş, xwest daxwaza çalakgeran bê qebûlkirin û got: "Sed carî hawar. Em bang li gelê xwe dikin. Bila ke li bendî kesî nesekine. Bila kes nebêje zzarokên min ne di greva birçîbûnê de ye û min eleqedar nake. Ev qas girtî di greva birçîbûnê de ne. Bila gel bibe yek û bêje 'êdî bes e.'"