EDENE – Nivîskar Omer Çakir ku 62 roj in li Girtîgeha Alanyayê di greva birçîbûnê de ye, got: "Bêdengî îxanet e. Bibin deng û guhê me." Bavê wî Mehmet Çakir jî bang li Wezareta Dadê kir û got: "Bila zarokên me nemirin."
Li girtîgehan li gel çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û nedorveger a li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, çalakiya rojiya mirinê ya 15 girtiyan jî didome. Yek ji girtiyên ji 1'ê Adarê ve li Girtîgeha Alanyayê di greva birçîbûnê de ye, nivîskar Omer Çakir ê 27 salî ye. Çakir, diyar kir ku heta tecrîd bi dawî nebe wê çalakiay wan dewam bike.
11 SAL IN GIRTIYE
Bavê wî Mehmet Çakir, anî ziman ku kurê wî di 16 saliya xwe de hatiye girtin û li girtîgehê bi awayekî kêfî 7 sal ceza lê hatiye birîn û niha 11 sal in girtiye. Çakir, diyar kir ku çend hefte berê çûye girtîgehê û girtî pir zihîf bûne û nikarin li ser piya bisekinin.
‘BILA ZAROKÊN ME NEMIRIN'
Çakir, diyar kir ku kurê wî gotiye: "Niha li vira em li ber mirinê ne. Ji gel re bêjin bila bibin dengê me. Bêdengî îxanet e. Eger nebin dengê me em ê xwe îmha bikin. Bila dayik, xwiş û bira, welatparêz hemû kes dengê xwe bilind bikin. Bila bibin deng û guhê me." Bav Çakir, diyar kir ku kurê wî 55 kîlo bû lê niha bûye 40 kîlo û got: "Hevalên li wir pir zihîf bûne. Dibe ji nişkave darbest derkevin. Em aştiyê dixwazin. Em naxwazin êdî darbest ji wir derkevin. Bila kezeba dayikan neşewite. Em bang li Wezareta Dadê dikin. Em naxwazin zarokên me bimirin. Bila zarokên me nemirin."
Bi navê “Duyulmayan Çığlık: Kürkçüler'den Pozantı'ya” pirtûkeke Omer Çakir heye. Di vê pirtûka xwe de bal kişandiye ser wehşeta li Girtîgeha Pozanti ya Zarokan.