SILÊMANÎ - Mamosteyê Beşa Zanyariya Civaknasî ya Zanîngeha Slêmaniyê Havjîn Mele Emîn, li ser tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan diyar kir ku dibe ku bedena Ocalan bê tecrîdkirin, lê fikrên Ocalan nayê tecrîdkirin û wiha got: “Azadiya Ocalan Azadiya gelan e. AKP bi tecrîdkirina bedena Ocalan xewnan dibîne. Ji bo ku fikrên Ocalan azad in."
Mamosteyê Beşa Zanistiya Civakî ya Zanîngeha Silêmaniyê Havjîn Mele Emîn li ser tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, çalakiyê greva birçîbûnê û yekîtiya gelê Kurd agahiyê girîng dan Ajansa Mezopotamya (MA).
Havjîn Mele Emîn, anî ziman ku li ser felsefeya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan forumek wan heye û wiha got: “Ev forum xebata bi navê fikir û ramanên Ocalan û jiyana wî ya xebatên rizgariya bakurê Kurdistan e. Herî dawî jî li ser xwendina pirtûkê Ocalan xebatê dike . Saziya bi navê Mala Sohrewerdî ya ji bo Lêkolina Bawerî û Efsane vê xebatê organîze dike. Her hefteyê 3 saetan vê dimeşîne. Di bin banê vê forumê de li ser çareseriya li başûr û pirsgirêkên doza gelê Kurd û çawaniya derbaskirina pirsgirêkan û çêkirina hevbendyek fikrî di navbera perçeyên Kurdistan de nîqaş dike."
Mele Emîn, anî ziman ku azadiya Birêz Ocalan azadiya gelê Kurd e û wiha lê zêde kir: “Armanca hemû kesekên şoreşger û azadîxwaz ewe ku pergala li ser Ocalan bê rakirin. Lê belê fikr nayê zindanîkirin. Xeyalên AKP’ê yên ji bo tecrîdkirinê xewn in. Ji ber ku fikr nayê zindanîkirin. Birêz Ocalan bi bedena xwe di zindanê de ye. Lê bi fikr û alternatifa xwe ya ji bo çareseriya pirsgirêka Rojhilata Navîn, ji her demê zêdetir ketiye rojava cihanê. Ez dibejim bê guman divê tecrîda li ser Birêz Ocalan bê rakirin. Lazim e bê rakirin jî. Ev tercîda şikestî di encama bandora mezin a fikrên birêz Ocalan de ye. Encana serkeftina berxwedana mezin a Kurdan e. Ew guhertinên nû ên çêbûne bêtir dijminê Kurd xistiye nava tengaviyê. Zindankrina Birêz Ocalan şaşiyek li hemberî mirovahiye ye. Lê planek ku di esasê xwe de şikestiye.”
DIVÊ BEŞÊN DIN ÊN KURDISTANÊ ÇALAKIYAN XURTIR BIKIN
Emîn anî ziman ku piştgiriya beşên din ên Kurdistan a li diji tecrîdê ne di asta tê xwestin deye û wiha bilêv kir: “Ev jî ne ji ber ku baweriya gelan bi fikrên Birêz Ocalan tu ne ye. Ne ku li hemberî tecrîdê bê agahî ne. Lê belê ji ber heviya xelkê Kurdistan ji hikûmeta AKP’ê tune ye. Baweriya gel ji fikrên Ocalan heye. Ew çalakiya li hemberi tecrîdê zêdetir bedelek rûhî dixwaze. Niha li Bakurê Kurdistan û zindanên Tirkiyeyê berxwedanek heye. Li Başur û Ewrupo jî hin çalakiyên grevê berdewam dikin. Lê belê xelk bê hevî ne ku AKP bersiv bide daxwaza gel. Hêvîya gel ji AKP’e tune ye."
JI BO YEKÎTIYÊ PÊDIVÎ BI FIKREK NÛ HEYE
Mele Emîn, li ser yekîtiyê jî rawestiya û wiha bi dawî kir: “Ji bo yekîtiya gelê Kurd pêş bikeve mîrateyek me ya bedelên mezin heye. Me bedelek mezin daye. Lê ya herî girîng ewe ku pêwistî bi bûyîna hizrek nû heye ku vê yekîtiye ava bike. Pêdîvi bi fikrekê ku yekîtiya gelê Kurd û yekîtiya gelên Rojhilata Navîn ava bike, heye. Li Kurdistanê pêdiviya me bi hizrek azadîxwaz heye. Divê em di bin siya paradîgmayek nû de kom bibin. Fikrên Birêz Ocalan heta astek mezin kariye ku yekîtiyê ava bike. Li gorî min qisekirina li ser ramanên Ocalan qisekirina liser neteweya demokrat ku rêyek herî baş e ji bo yekîtiya Kurdan e. Bi dirêjahî dîrokê de yek ji ew ziyanê me kiriye nebûna me ya yekîtiyê ye. Kurd ger ku yek bûna, dê di hêza mirovahi û neteweyî de kêm nebû. Siyasetekî kevin a dijminê Kurd heye li dijî Kurdan. Ew jî siyaseta perçe bike û bi rêve bibe. Ev siyasetek dîrokî li ser Kurdan tê meşandin. Dive em zanibin ku bi vê perçebûyînê em nikarin tiştekî bikin. Yekitiya Kurdan û kombûna di bin siya yek fikrî de û bernameyek startejîk de wê serkeftinê bi xwe re bîne."
MA/ M.Alî Ertaş