STENBOL – Ji bo dayika Evrîm Denîz Erol ê di êrîşa Pirsûde jiyana xwe ji dest da Besra Erol bi hinceta axaftina li ser gora kurê xwe kirî, 7 sal û nîv cezayê girtîgehê birîn. Cezayê ji bo dayik Besra Erol hat dayîn, hat şermezar kirin.
Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê, 7 sal û nîv cezayê girtîgehê ya li dayika Evrîm Denîz Erol ê di 20’ê Tîrmeha 2015’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê di êrîşa DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest da Besra Erol hat birin, şermezar kir. Înîsiyatîfê li avahiya Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê ya li Taksîmê civîna çapemeniyê pêk anî û li gel Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Sedat Şenoglû, gelek kes beşdarî civînê bûn.
'CEZA DAN TÊKOŞÎNA ME YA EDALETÊ’
Emrah Topaloglû, li ser navê înîsiyatîfê axivî û wiha got: “Bi ser Komkujiya Pirsûsê re 4 sal derbas bûn. Lê hîna jî lêgerîna me ya edaletê tu encam bi dest nexistine. Weke ku ev nebes be êrîşî gorên zarokên me kirin. Ligel vê yekê, ji ber ku Besra Erol li ser gora kurê xwe axivîbû 7 sal û nîv cezayê girtîgehê lê birîn û kirin Girtîgeha Tîpa E ya Mûşê. Cezayê ji bo Erol a 62 salî hat dayîn, di rastiyê de ji bo têkoşîna edaletê ya malbatên Pirsûsê hatiye dayîn. Ne mimkûne ku ev ceza bê qebûlkirin. Divê ev biryar demildest bê betalkirin û dayika me Besra bê berdan. Ne malbatên Pirsûsê, faîlên komkujiyê ceza bikin.”
KUREKÊ DAYIKA BESRA DI GREVA BIRÇÎBÛNÊ DEYE
Hevberdevkê HDK’ê Sedat Şenoglû jî, pirsa li Pirsûsê kê hatin qetilkirin kir û wiha got: “Ma li Pirsûsê kê hatin qetilkirin? Îro kesên di reva birçîbûnê dene kîne? Dayika me Besra ji wan edaletê hêvî nake. Emê bi xwe edaleta xwe ava bikin û em ji bo vê têdikoşin. 2 zarokên dayika Besra li zindanan di berxwedanên grevên birçîbûnê dene. Em baş dizanin ew kîne.”
Şenoglû, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Ji ber ku dayika Erol ji bo zarokê xwe yê di greva birçîbûnê li ber xwe dide, têkoşiya hat girtin.”