MÊRSÎN - Parêzerên endamêm OHD’ê bal kişandin ser rojiya mirinê ya 15 girtiyan û xwestin hikumet daxwazên girtiyan qebûl bikin.
Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) derbarê grevên birçîbûnê yên ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de li baxçeyê Edliyeya Mêrsînê daxuyanî dan. Daxuyanî ji aliyê Hoşyar Sariyildiz ve hat xwendin. Gelek parêzer tevî daxuyaniya çapemeniyê bûn.
Sariyildizi diyar kir ku Hevseroka KCD’ê û parlementera HDP’ê Leyla Guven 174 roj in di greva birçîbûnê de ye û îro jî 15 girtiyan dest bi rojiya mirinê kirine û got ku “Desthilatdariya heyî li hemberî daxwazên girtiyan hê tu gav neavêtiye û naxwaza van çalakiyan bibîne. Desthiltdarî niha jî li her derê êrîşî çalakiyên ji bo greva birçîbûnê dike. “
Sariyildiz, anî ziman ku divê desthilatdarî daxwazên çalakgerên greva birçîbûnê qebûl bike û berpirsyarê mirinan jî hikumet e.
Daxuyanî bi lêxistina çepikan bi dawî bû.