AMED - Navenda Pêkanîn û Mafê Jinan a Baroya Amedê, di encama hevdîtina bi jinên di greva birçîbûnê dene re kirin de rapor amede kir. Navendê, di raporê de diyar kir ku rewşa tenduristiya jinên di grevê dene gehiştiye asta mirinê.
Navenda Pêkanîn û Mafê Jinan a Baroya Amedê, derbarê jinên girtî yên li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê di greva birçîbûnê dene rapor amede kir û bi daxuyaniyek nivîskî ji raya giştî re aşkere kir. Di raporê de hat diyar kirin ku li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê bi giştî 11 jinên girtî di grev birçîbûnê dene, çalakiya Hîlal Olmez, Evîn Kaya û Rojnameger Kîbriye Evren ên di 16’ê Kanûna 2018’an de dest bi greva birçîbûnê kirin di roja 129’an dewam dike û ji ber rîska enfeksiyon û pirsgirêkên tenduristiyê nekarin derkevin hevdîtinê
'TENDURISTIYA JINÊN GIRTÎ DIBIN RÎSKEK CÎDÎ DEYE’'
Di raporê de wiha hat gotin: “Hevdîtina bi girtiyan re di 23 û 24’ê Nîsanê de hatin kirin. Bi giştî 3 hezar girtiyên jin di greva birçîbûnê dene. Tenduristiya jinên girtî dibin rîskek cîdî deye. 3 jinên girtî yên di koma dest pê kê de dest bi grevên kirin, nekarin derkevin hevdîtin û gelek pirsgirêkên wan ên tenduristiyê çêbûne. Ji dev û pozê wan xwîn tê, çavên wan reş û tarî dibin, pir zêde kîlo dane û di vereşin. Jinên girtî yên di koma duyemîn de dest bi greva birçîbûnê kirin, ev 54 rojin çalakiya wan dewam dike. Ev kom jî êdî tiştan ji bîr dike, dereng regl dibin, xewa wan bêpergal bûe, serê wan diêşe û denga wan xerab dibe.”
'DIVÊ DAXWAZÊN QANÛNÎ Û HIQUQÎ BÊN QEBÛL KIRIN’
Di raporê de armanca hewldana navendê jî wiha hat vegotin: “Em bang li rayedaran dikin ku ji bo bi dawî anîna grevên birçîbûnê, daxwazên girtiyan ên qanûnî û hiqûqî bi cih bînin. Berî ku mafê binpêkirina jiyanê rû bide, divê gavên pêwîst bên avêtin.”