SÊRT – Yusuf Bulga yê 61 roj in di greva birçîbûnê de ye got: “Tekane bendewarî heye ew jî berxwedan e.”
Çalakiya greva birçîbûnê ya bi daxwaza rakirian tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abullah Ocalan berdewam dike. Îro dê 15 girtiyên demek dirêje di greva birçîbûnê de ne îro çalakiya xwe veguherîndin rojiya mirinê.
Yusuf Bulga (29) yê 6 meh in li Girtîgeha Tîpa D a Amedê dimîne û ji 1’ê Adarê ve di greva birçîbûnê de ye bi rêya telefonê bi dayika xwe Muazzez Bulga re axivî.
‘NE BENDEWARÎ DÊ BERXWEDAN BI SER BIKEVE’
Bulga bi rêya dayika xwe wiha got: “Em hemû berxwedêr û dayikên me yên li ber xwe didin silav dikin. Moralê me baş e. Çalakiya me bi kêfxweşî dewam dike. Rewşa girtiyên ji 16’ê kanûnê ve di çalakiyê de ne baş e. Çavên wan kor dibin, nikarin rakevin û gellek nexweşîn peyda bûne. Wê serkeftin bi saya berxwedana gelê me pêk were. Em bangî hemû gelên xwe dikin. Heta niha yek bendewarî hebû. Êdî rewşa bendewariyê û sekinandinê derbas bû. Ev rejîm dizane ku tecrîd bê şikandin, wê çalakiya me bi ser bikeve û ew ê jî têk biçin. Divê êdî gelê me tu bendewariyê ji hikumetê neke. Tiştek ku bi ser bikeve jî berxwedana gel e û wê bi saya van çalakiyan pêk were. Hemû dayikên me rûmeta me ne.”