WAN – Walîtiya Wanê, mîtînga 1’ê Gulanê ya li bajêr bê lidarxistin qedexe kir. Walîtiyê bi hinceta “komên çep, marjînal û provokatîf li ser medya civakî tim parve dikin ku ewê li bajarên ‘Tifaqa Cumhur’ winda kirî çalakiyên cuda li ser bixin” miting qedexe kir.
Walîtiya Wanê, mîtînga 1’ê Gulanê Cejna Karkeran a li Parka Mûsa Anter bê lidarxistin qedexe kir. Walîtiyê bi hinceta “komên çep, marjînal û provokatîf li ser medya civakî tim parve dikin ku ewê li bajarên ‘Tifaqa Cumhur’ winda kirî çalakiyên cuda li ser bixin” miting qedexe kir. Di daxuyaniya walitiyê de ev tişt hatin gotin: “Ji 29’ê Nîsanê heya 8’ê Gulanê, hemû çalakiyên weke meş, civîn, daxuyaniyên çapemeniyê, çalakiyên rûniştinê, stant vekirin û hwd. hatin qedexekirin.”