EDENE – Li Edenê, di serdegirtinên malan ên serê sibê de, 24 kes hatin binçavkirin.
Polîsan li Edenê, serê vê sibê bi awayekê hemwext bi ser malan de girtin. Polîsan di serdegirtinên malan de, hemû alavên malan ser û bin kirin. Polîsan deriyên hin malan bi balyozan şikandin û dest danîn ser malzemeyên dîjîtal.
Piştî lêgerîna malan, polîsan 24 kes binçav kirin û birin Şaxa Siyasî ya Miduriyeta Polîsan a Edeneyê. Hat diyar kirin ku 24 kes bi îdîaya “propagandeya rêxistinê kirin” hatin binçavkirin.