MÊRSÎN – Yek ji çalakgerên berê yê rojiya mirinê Bekîr Sitki Keçecî diyar kir ku kesên dikevin greva birçîbûnê ne ji bo mirinê dikevinê û got: “Tu girtî ji bo mirinê çalakî pêk nayne. Ez banga hestiyariyê li raya giştî dikim.”
Ji bo rakirina tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Hevseroka KCD’ê Leyla Guven û bi hezaran girtî bi mehane di greva birçîbûnê de ne. Ji hezaran girtî 15 girtî îro çalakiya xwe ya greva birçîbûnê dest bi rojiya mirinê dikin.
Yek ji çalakgerên berê yên di salên 2000’î de ket rojiya mirinê Bekîr Sitki Keçecî bal kişand ser rojiya mirinê û banga hestiyariyê li raya giştî kir.
‘VÎTAMÎN BIXWIN JÎ LÊ GELLEK XISAR DIMÎNE’
Keçecî diyar kir ku heke daxwaza Leyla Guven û girtiyan neyê bersivandin dibe ku her kêlî darbest ji girtîgehan derkevin û got: “Çalakiyên rojiya mirinê yên di salên 82, 84 û 96’an de di rojên greva birçîbûnê yên 63’yemîn de dest pê kirin. Heta rojên 72’an dewam kir. Çimkî wê demê vîtamîna B1 nedixwarin. Li gorî min bihîst vîtamîna B1 nadin Leyla Guven û girtiyan. Ev jî tê wateya ku sînorê mirinê nêz bûye. Ji niha şûn ve vîtamîna B1 bixwin jî wê di gellek organên wan de rê li ber astengiyan derxe û rê li ber xisarên mezin veke. Ji vê kêliyê şûn ve dê di werselên wan de nexweşînên giran peyda bibin. Yanî wê hemû bikevin nava nexweşîna Wernicke Korsakoffê.”
‘DIVÊ DAXWAZ BÊ QEBÛLKIRIN’
Keçecî got ji bo daxwaza çalakgerên greva birçîbûnê bên qebûlkirin tu astengî li pêş nîne û divê ku daxwaza wan bê qebûlkirin.
‘TU GIRTÎ NE JI BO MIRINÊ ÇALAKIYÊ LI DAR DIXE’
Keçecî destnîşan kir ku ev du hefteyên dawî ne têkildarî grevên birçîbûnê di nava civakê de tevgerbûyek dest pê kiriye û got: “Wê di vê mijarê de bêdengiya hikumetê dewam bike. Di rojên dawî de çalakiyên piştevaniyê zêdetir dibin. Li dijî van çalakiyên piştevaniyê her cûre neheqî û zext tên kirin. Yên dikevin greva birçîbûnê ne ji bo mirinê dikevin greve. Ji destê wan wek din tu çalakî nayê û ji ber vê dest bi greva birçîbûnê ango rojiya mirinê dikin. Tu girtî ne ji bo mirinê pîroz bibîne û ji bo bimire çalakî li dar dixe.”
BANGA HESTIYARIYÊ
Keçecî da zanîn ku çalakiyên greva birçîbûnê çalakiyên herî zor in û divê di vê mijarê de raya giştî hin bêtir hestiyar tevbigere û bi vê hesasiyetê lazime bang li hikumetê bike.
MA / Ergîn Çaglar