MÊRDÎN – Derket holê ku rojnameyên Mardin Life, Kır’atım û Mardin İletişim, derbarê 2 rojnameyên din ên li bajêr weşanê dikin giliyê wan ji Saziya Îlanê ya Çapemeniyê re kirine û xwestine îlanê nedin wan. Rojnameyan di daxwaznameyên gilîkirinê de gotin “Pêwîstiya feraseta me ya medya serbixwe.”
Derket holê ku rojanameyên Mardin Life, Kır’atım û Mardin İletişim di 17’ê tîrmeha 2018’an de daxwazname dane Saziya Îlanê ya Çapemeniyê û bi van daxwaznameyan giliyê rojnameyên Mardîn Arena û Mardîn Haber kirine. Daxwazname bi îmzeyên Midurê Karê Nivîsê yê Rojnameya Mardîn Life û di heman demê de Serokê Cemiyeta Rojnameger û Nivîskaran ên Mêrdînê Kadîr Uruncu, Xwediyê Rojnameya Kır’atım Veysi Akar û Xwediyê Îmtiyazê yê Rojnameya Mardin İletişimê Ridvan Fidan hatine amadekirin. Di daxwaznameyan de derbarê xwediyên rojnameyan û nûçegihanên wan de gotine ji “propaganda rêxistinê” û “endamtiya rêxistinê” dozê wan hene. Rojnameyan di daxwaznameyan parastinek sosret jî kirine û gotine ““Pêwîstiya feraseta me ya medya serbixwe.”
XWESTINE ÎLANÊ WAN BÊN QÛTKIRIN
Xwediyên rojnameyan di daxwaznameyan de her wiha gotine “rojnameyan zimanê rêxistinê bikar anîne” û xwestine îlanê fermî ku ji aliyê Saziya Îlanê ya Çapemeniyê ve didin her du rojnameyan jî bên birîn.
QEYÛM SALÊ 60 HEZAR TL DAYE ROJNAMEYÊN ‘ÎXBARKAR’
Van her sê rojnameyên derbarê her du rojnameyên din de gilî kirine bi kirina propagandaya qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê tên nasîn û agahiyên balkêş yên derbarê xwediyên rojnameyan de jî hatin bidestxistin. Her sê rojnameyan abonetiya rojnameyan li gel Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ku qeyûm bi rêve dibir çêkirine û salê 15 hezar û 350 TL pere wergirtine. Her wiha derket holê ku di bin navê “lêçûyîna al û pankartan” a şaredariyê de 14 hezar û 390 TL pere ji Rojnameya Mardin Life re razandine.
MA / Ahmet Kanbal