EDENE - Li Edeneyê siyasetmedar û hunermendan diyar kir ku ew ê bi dirûşmeya "ji xespkirin, kedxwarî, şer, tecrîd û cinayetên karî re na û bila tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe" dakevin qadên 1'ê Gulanê.
Li Edeneyê siyasetmedar û hunermendan diyar kir ku ew ê bi dirûşmeya "ji xespkirin, kedxwarî, şer, tecrîd û cinayetên karî re na û bila tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe" dakevin qadên 1'ê Gulanê. Berdevkê Partiya Şoreşgeran a Edeneyê Nezîh Tokadam, her kesî vexwand qada 1'ê Gulanê û destnîşan kir ku wê rojeva wan a sereke tecrîd û grevên birçîbûnê be û ew ê li qada 1'ê Gulanê ji bo tecrîd bi dawî bibe biqîrin.
Berdevkê Meclîsa HDK'ê ya Edeneyê Ûgûr Bayrak jî got: "Em ê bi dirûşmeya 'Bila tecrîd bi dawî bibe, Leyla bijîn' dakevin qadên 1'ê Gulanê. Em ê bi ruhê Newrozê dakevin qadan. Li dijî kedxwariyê û ji bo çalakiyên greva birçîbûnê em gelê xwe vedixwînin qadan."
‘BILA TECRÎD BI DAWÎ BIBE'
Hunermendê NÇM'ê Îlyas Arzû jî destnîşan kir ku ji bo tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe her kesî vexwand qadên 1'ê Gulanê û got: "Em ê li qada 1'ê Gulanê ji bo tecrîd bi dawî bibe biqîrin."
Hevserokê HDP'a Edeneyê Mehmet Mahsûn Erîg jî çalakiyên greva birçîbûnê yên bi pêşengiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven hatin destpêkirin û krîza aborî bi bîr xist û destnîşan kir ku daxwaza girtiyan daxwazeke qanûnî û hiqûqî ye. Erîg, bilêv kir ku ew ê bi dirûşmeya "ji xespkirin, kedxwarî, şer, tecrîd û cinayetên karî re na û bila tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe" dakevin qadên 1'ê Gulanê û got: "Ji bo tecrîd bi dawî bibe û kes nemire, em ê dakevin qadên 1'ê Gulanê."