AMED - Endamê Desteya Rêvebir a Navendî ya ÎHD'ê Racî Bîlîcî, der barê grevên birçîbûnê de agahî dan û destnîşan kir ku divê CHP û SP jî biçûna serdana parlementerên di greva birçîbûnê de.
Endamê Desteya Rêvebir a Komeleya MAfên Mirovan (ÎHD) Racî Bîlîcî ku di greva birçîbûnê ya sala 2012'an de di nav heyeta navbeynkar de cih digirt, diyar kir ku çalakiyên greva birçîbûnê yên wê demê û niha dişibin hev. Bîlîcî, helwesta hikûmetê ya ji bo grevên birçîbûnê yên berê û ya niha nirxandin.
'HER KES ÎŞARET BI QESRÊ DIKE'
Bîlîcî, anî ziman ku di grevên birçîbûnê yên berê de muxatabên navbeynkaran hebûn, lê belê niha muxataban nabînin û got: "Em pêwendiyê bi hin burokratan re datînin. Em hevdîtinê bi Wezîrê Dadê re jî çêdikin. Lê belê her çend ev wek erkdar bên dîtin jî lê ne merciya briyardayînê ne. Her kes îşaret bi 'Qesrê' dike an wekî rê Qesrê nîşan dide. Xwegihandina wir jî pir zehmet e. Randevû nayê dayîn. Bersiva daxwazan nayê dayîn."
Bîlîcî, bilêv kir ku eger Tirkiye li gor mewzûata netewî û navnetewî tev bigeriya wê grevên birçîbûnê jî çênebûna. Bîlîcî, helwesta îktîdarê wekî "kêfiyetê" wesifand. Bîlîcî, destnîşan kir ku ji ber Tirkiye bi "red û înkarê" nêzî pirsgirêka kurd dibe grevên birçîbûnê jî çêdibin û got: "Ji bo xitimandina di warê jiyanê de ji holê rabe mirov dikevin greva birçîbûnê. Eger diyalog çêbibin, deriyek vebe wê tecrîd bi dawî bibe. Wexta tecrîd bi dawî bibe, wê rê li ber çareserkirina pirsgirêka kurd û gelek prisgirêkên din jî vebe. Wê rê û rêbazên jiholêrakirina tecrîdê têkevin dewrê û wê dev ji red û înkar ji holê rabe."
‘ASTENGIYEKE HIQÛQÎ TUNE YE'
Bîlîcî, destnîşan kir ku di warê hiqûqê de tu astengiyek tune ye ku tecrîda li ser Oclan bi dawî bibe û bal kişand ser mafên di Qanûna Bingehîn û qanûn û peymanên nanetewî.
'TECRÎD ÎŞKENCE YE'
Bîlîcî, bilêv kir ku îktîdara siyasî ya Tirkiyeyê Qanûna Bingehîn bin pê dike û got: "Di çarçoveya mafên bingehîn ên mirovan de tecrîd îşkence ye. Kes nikare malbata xwe bibîne, agahî jê nayên girtin, ji civakê tê îzolekirin û pêwendiya wî ya bi cîhanê re tê qutkirin. Mirov nizanin rewşa wî ya tenduristiyê çî ye. Mafê darizandina adil ji holê hatiye rakirin. Ev hemû binpêkirinên mafan e."
'CIVAKA SIVÎL PEYWIRA XWE BI CIH NAYNE'
Bîlîcî, liv û tevgera saziyên mafên mirovan, baro û rêxistinên civaka sivîl ên ji bo çalakiyên greva birçîbûnê de jî rexne kir û got: "Wexta Hevseroka KCD'ê Leyla Guven dest bi greva birçîbûnê kir sedemên xwe gotin. Armanc çi bû, astengkirina şidetê bû, demokratîkbûyîn bû. Aştiya civakiyî bû. Ev meseleyên mafên mirovan ên bingehîn in. Divê saziyên mafên mirovan, baro û rêxistinên civaka sivîl xwedî li van pîvanan derkevin. Kî tîne ziman bila bîne ziman, ne muhîm e. A muhîm pêkanînan vê yekê ye. Mixabin rêxistinên civaka sivîl di vî warî de peywira xwe baş bi cih naynin. Her wiha saziyên mafên mirovan ên navntewî jî."
'ENCAM HATIBÛ GIRTIN'
Bîlîcî, anî ziman ku mudaxile şidet û çewisandin pirsgirêkê kûrtir dikin û ji bo grevên birçîbûnê yên berê got: "Wexta me hevdîtin bi îktîdara siyasî re çêkir me xwest teqez nencam bê girtin. Wê çaxê Sadûllah Ergîn Wezîrê Dadê bû û xwest diyalog çêbibin. Daxwaza grevên birçîbûnê yên wê demê jî heman daxwaz bû. Paşê pêvajoya çareseriyê dest pê kir. Bêhan Tirkiyeyê derket."
'DIVÊ BÊ ÇARESERKIRIN'
Bîlîcî, anî ziman ku ew wek ÎHD her hete der barê tenduristiya çalakgerên greva birçîbûnê de raporan amade dikin û van raporan ji wezaretan re dişînin. Bîlîcî, diyar kir ku dibe ji nişkave tiştek biqewime û divê îktîdar nefikir ku tiştek bi wan nayê û bi rihetî tev neger. Bîlîcî xwest ev pirsgirêk rojek berî rojekê bê çareserkirin.
Her wiha Bîlîcî, helwesta CHP û Partiya Saadetê (SP) ya ji bo grevên birçîbûnê jî rexne kir û destnîşan kir ku divê rojeva sereke ya van partiyan grevên birçîbûnê bûna. Bîlîcî, destnîşan kir ku divê CHP û SP, serdana parlementerên HDP'ê Dersim Dag, Mûrat Sarisaç û Tayîp Temel ên li avahiya HDP'a Amedê di greva birçîbûnê de û Leyla Guven ku li malê di greva birçîbûnê de ne bikirana.