ÎZMÎR - Piştî Konakê, li navçeya Tîre jî zilamekê hevjîna xwe kuşt.
Sûat U. ê li Taxa Dort Eylul a navçeya Tîre ya Îzmîrê dijî, hevjînê xwe Hatîce U. a 24 salî di xew de kuşt. Li gorî agahiyan, Hatice U. a dayika 2 zarokan û karkera fabrîqeyê bû, di dawiya heftê de bi hevjînê xwe Sûat U. re diçin mêvantiya xizmên xwe yên li Taxa Dagdere.
Suat U. yê bi malbata xwe re vegeriyan malê hevjîna xwe di xewê de kuşt. Sûat U. piştî hevjîna xwe kuşt ji malê reviya û bi telefonê li birayê xwe beriya û bûyer jê re vegot. Piştî birayê Sûat U. agahî da polîsan, Sûat U, li ser rêya Taxa Dallik a çolterê hatin binçavkirin.ü
Polîsan cenazeyê Hatîce U. piştî lêkolînê rakirin morgê û li cihê bûyerê lêpirsîna dan destpêkirin.
Di 26’ê Nîsanê de jî, li navçeya Konak a Îzmîrê, kesê binavê K. Akçali hevjîna xwe Sîbel Akçali ya di telefonê de lîstîk lîst, kuştibû.