EDENE/ÎZMÎR - Li Edenê, şevê din 3 kesên li kolanê dimeşiyan ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin. Li Îzmîrê jî, di serdegirtinên malan de endamê SGDF’ê Samet Koç hat binçklirin.
Li gorî agahiyan, li navçeya Yuregîr a Edenê, duh bi şev 3 kesên li kolanê dimeşiyan polîsan pêşiya wan girtin û binçav kirin. Polîsan 3 kesên navên wan nehatin zanîn, birin Şaxa Siyasî ya Midûriyeta Polîsan a Bajêr.
ENDDAMÊ SGDF’Ê HAT BINÇAVKIRIN
Li navçeya Bornova ya Îzmîrê jî, polîsan serê sibê bi ser malan de girtin û endamê Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) Samet Koç binçav kirin. Polîsan di lêgerîna malê de alavên malê belav kirin û dest danîn ser kovar û pirtûkan. Koç ê hinceta binçavkirin wî nehat zanîn birin Midûriyeta Polîsan a Bajêr.