RIHA - Dayikên ji bo zarokên xwe yên di greva birçîbûnê li navçeyên Wêranşar û Pirsûsê yên Rihayê di çalakiya nobetê dene, gotin; “Bila kes li bendê nebe ku em li cihên xwe rûnin. Me bikujin jî emê xwedî zarokên xwe derkevin.”
Çalakiya nobetê ya xizmên girtiyên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê dene, ya li navçeyên Wêranşar û Pirsûsê yên Rihayê dewam dikin. Çalakiya nobetê ya li avahiya HDP’ê ya Pirsûsê di roja 3’yan de û ya li avahiya HDP’ê ya Wêranşarê jî di roja 2’yan de berdewam dikin.
Li gel zextên heyî jî welatî diçin serdana dayikên di nobetê dene. Parlementerên HDP’ê yên Riha Omer Ocalan, Ayşe Surucu û Hevşaredara Pirsûsê Hatîce Çevîk jî serdana xizmên girtiyan.
'BILA KES NE LI BENDÊ BE KU EM BÊDENG BIMÎNIN’
Dayîkên ji bo zarokên xwe, di berxwedanê dene, ev peyam dan: “Bila kes ne li bendê be ku em li cihê xwe rawestin. Ew me bikujin jî emê xwedî zarokên xwe derkevin.”
Dayikan bertek nîşanî polîsan dan û gotin: “Em helwesta polîsan a li dijî ziyaretvanan qebûl nakin. Em dixwazin daxwazên zarokên me bên qebûl kirin û dawî li grevên birçîbûnê bên. Em li vê derê dixwazin bibin dengê zarokên xwe. Bila dewlet dest ji vê helwesta xwe berde.”