KOCAELÎ – Çalakiya nobetê ya malbatên girtiyên di greva birçîbûnê de ne li ber Girtîgeha Gebzeyê carek din hat astengkirin. Polîsan Gurkan Îsteklî ji aliyê polîsan ve hat derbkirin û malbatan got ew ê serê xwe netewînin.
Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên bi daxwaza rakirina tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan didome. Malbat bi çalakiyên nobetê piştevaniyê didin zarokên xwe. Malbatên girtiyan di roja 21’emîn de xwestin li ber Girtîgeha Tîpa M a Gebzeyê çalakiya nobetê ango rûniştinê li dar bixin. Polîsan carek din malbatan dorpêç kir û destûr nedan çalakiya malbatan. Parlamenterên HDP’ê yên Stenbolê Musa Pîroglu û Dilşat Canbaz Kaya û parêzeran jî destek da malbatan.
BI DARÊ ZORÊ LI WESAYÎTAN SIWAR KIRIN
Polîsan li ber cihek nêzî girtîgehê pêşiya malbatan birî û wan dorpêç kir. Polîsan biryara qedexeya ji aliyê Walîtiay Kocaeliyê ve ji malbatan re dan nîşandan. Malbatan bertek nîşanî qedexeyê da û gotin: “Em ê li vir bimînin û li ber xwe bidin. Em ê serê xwe ji we re netewînin.” Li ser vê yekê malbatan xwestin rûnên û polîsan mudaxeleyî wan kir. Polîsan malbatan bi darê zorê li wesayîtên wan siwar kir.
ÎŞKENCE LI PARÊZER KIRIN
Endamê Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) parêzer Gurkan Îsteklî bertek nîşanî mudaxeleya polîsan da. Nêzî 10 polîsan, Îsteklî dorpêç kirin û îşkence lê kirin. Parlamenteran bertek nîşanî polîsan da û Îsteklî ji nava lepên wan derxistin. Nîqaşê demek dom kir û pişt re malbat derbasî avahiya Rêxistina HDP’ê ya Gebzeyê bûn.
Polîsan di kêliya mudaxeleyê de nehitşin rojnameger wêne û dîmenan bikişînin.
'EM DAYIKÊN XWE BI TENÊ NEHÊLIN’
Piştî malbat derbasî avahiya HDP’ê bûn li ser navê malbatan Parlamentera Musa Pîroglu daxuyanî da û bertek nîşanî pêkanîna polîsan da û got: “Divê em dayikên xwe bi tenê nehêlin.”
Hat dîtin ku ji ber îşkenceya polîsan parêzer Gurkan Îsteklî ji mil û destên xwe birîndar bûye.
Malbatan ragihand ew ê sibê jî li heman cihî çalakiya xwe li dar bixin.