MÊRSÎN – Li Mêrsînê li ser gilîkirina malbatan mamoste H.T. yê îstîsmara zayendî li dijî 6 zarokên keçik pêk anî hat binçavkirin.
Li navçeya Yenîşehîrê ya Mêrsînê li dibistanekê derket holê ku mamoste H.T. li dijî 6 xwendekarên xwe yên keçik ên pola duyem dixwînin îstîsmara zayendî pêk aniye. Malbatên xwendekaran mijarê ji zarokên xwe fêr bûn û li ser vê çûn emniyetê giliyê mamoste kirin. Serê sibê polîsan H.T. yê mamosteyê polê û midurê dibistanê binçav kirin. Hat zanîn ku îfadeyên wî hatine girtin. Hat ragihandin ku zarokên îstîsmara zayendî li dijî wan pêk hatiye birine Nexweşxaneya Zanîngeha Mêrsînê û zarokên kurik jî birine serwîsa psîkiyatriyê.