COLEMÊRG - Li gundê Minyaniş a navçeya Çelê, qezaya trafîqê rû da û ji heman malbatê 3 kes birîndar bûn,
Li ser rêya nêzî gundê Minyaniş a navçeya Çelê ya dinavbera Colemêrg û Şirnexê de, wesayîta Vahît Olmez û mînîbusek li hev qulipîn. Di qezayê de ajokarê wesayîtê Vahît Olmez, hevjîna wî Nezahat Olmez(50) û kurê wî Engîn Olmez ê 27 salî bi giranî birîndar bûn. Ekîbên tenduristiyê yên hatin cihê bûyerê birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê. Hat diyar kirin ku dermankirina birîndaran a li nexweşxanê dewam dike.