RIHA - Nihat Ekmez ê 126 rojin li Girtîgeha Şakranê di greva birçîbûnê deye, di hevdîtina telefonê ya bi birayê xwe re kir de, got “Deng bibin girtiyên li ber xwe didin.”
Çalakiyên grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ên li girtîgehan dewam dikin asta krîtîkbûnê derbas kirine. Girtî Nîha Ekmez ê 126 rojin li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2 a Şakrana Îzmîrê di greva birçîbûnê deye, di hevdîtina telefonê ya bi birayê xwe re kir de, banga hestiyariyê li raya giştî kir û got: “Bila hemû gelê me, dengê me seh bikin. Ji bo ku dema em sibe şehide ketin pîşman nebin.”
Nîhat Ekmez ê di sala 1996’an de li navçeya Kaniya Xezalan a Rihayê bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê” hat girtin û ev 23 salin girtiye, ji 26’ê Kanûnê ve di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger deye. Nîhat Ekmez ê 126 rojin di grevê deye, hevdîtina telefonê ya heftane bi birayê xwe Serhat Ekmez re kir.
‘TEQEZ DÊ ENCAM BIGIRE’
Ekmez, ê roja Şemiyê hevdîtin bi malbata xwe re kir, ev peyam da: “Em baş dizanin ku li derve, dengê me neyê bihîstin. Em li vê derê li berxwe didin. Bila hemû gelê me dengê me bibihîsin. Dema ku sibe em şehîd ketin ji bo pîşman nebin. Bila gelê me bêdeng nemîne. Em di vê çarçoveyê de dixwazin mirovên me deng derxînin. Bila deng bidin, dengê berxwedêrên girtiyan. Pêngava ku gelê me bavêje, teqez dê bandorekê bide avakirin. Teqez dê encamekê bigire. Bila xwe biçûk nebînin. Ger çalakiyekê jî lidar bixin, bila biçûk nebînin.”
'FIKIR Û RAMANÊN ME TENÊ ŞIKANDINA TECRÎDÊ YE'
Ekmez, bal kişand ser rewşa tenduristiya girtiyên bi hevre di greva birçîbûnê dene û ev tişt gotin: “Rewşa hin hevalên me pir xirabe. Hin hevalên me nikarin rêve biçin, biaxivin û razin. Pir zêde ser êşandin û ketina tasiyonê heye. Moralê me pir başe. Em pirsgirêkên fîzîkî nafikirin. Fikir û ramanên me tenê şikandina tecrîdê ye. Hemû lêhûrbûnên me li ser şikandina tecrîdê ye.”
Birayê Nîhat Ekmez Serhat Ekmez jî, diyar kir ku birayê wî 15 kîlo dane û wiha axivî: “Di hevdîtinê birayê min ji min re got ‘Em ji bo xwe tiştekê naxwazin, hemû daxwazên me ji bo gele.’ Daxwazên wan daxwazên me ne. Em jî dizanin li Tirkiyeyê siyaset ketiye nava kaosê. Ji bo ku ev tengavî ji holê rabe, divê tecrîd bê rakirin û hevdîtin bi Abdullah Ocalan re bên destpêkirin.”