ŞIRNEX – Dayik Bedre Arzuman bi mehane ji ber nexweşîna xwe kurê xwe Hamza Arzuman ê di greva birçîbûnê de ye nedîtiye. Bi jimartina rojan li benda kurê xwe ye ku lê bigere.
Dayika 6 zarokan Bedre Arzuman (57) a li Navçeya Silopiya ya Şirnexê rûdinê ji ber nexweşîna xwe nikare biçe hevdîtina kurê xwe Hamza Aruzaman (21) ê li Girtîgeha Tîpa E ya Gumuşhaneyê tê ragirtin.
Arzuman piştî qedexeyên li Silopiyê bi îdaya “Endamê rêxistinê ye” hat girtin û 15 sal ceza dane. Arzuman ji 27’ê çile ve bi daxwaza rakirina tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye.
AWÊNEYÊ BI WÊNEYAN XEMILANDIYE
Dayik Bedre Arzuman kêliyek lawê wê ji bîra wê naçe û rondikên çavê wê dibarin û bi bêsebrek mezin li benda roja çarşemê ku kurê wê bi telefonê lê digere ye. Dayik Arzuman ber awêneya li odeyê bi wêneyên kurê xwe xemilandiye. Dayik Arzuman anî ziman ku ew bi rêkûpêk xwarin naxwe û bi şev jî nikare rakeve.
‘HETA KENGÊ WÊ EV ZILM DEWAM BIKE’
Arzuman da zanîn ku divê demildest daxwaza çalakgerên greva birçîbûnê bê qebûlkirin û got: “Heta kengê wê ev zilm dewam bike. Her ku kurê min digere ji min re dibêje ‘dayê xemgîn nebe, dema tu xemgîn dibî ez diqehirim.’ Zextên giran li wan dikin. Kurê min di roja 27’emîn a çalakiyê de di hucreyê de hat hiştin. Wî bi erdê re kaşkirin. Ev zilm wê kengê xelas bibe. Rih di zarokên me de nema. Êdî bes e.”
‘DEMA TELEFON DIKE NEFES DISTÎNIM’
Dayik Arzuman bi bîr xist ku herî dawî hefteya bihurî roja çarşemê bi kurê xwe re axiviye û got: “Her çarşem em li ber telefonê amade ne. Tevahiya rojê ez digîrîm. Dema digere em nefes distînin. Herî dawî got ev meheke doktor neçûne gel wan û rewşa hevalên wan ber bi nebaşiyê ve diçe. Êdî hatine asta ku dê dengê wan dernekeve.”
'DILÊ ME RANAGIRE’
Dayik Arzuman banga bicihanîna daxwaza girtiyan kir û got: “Êdî bes e, dilê me ranagire. Ew li wir û em li vir perîşan bûn. Ne şeva me şev e û ne jî roja me roj e. Tu tiştek ji destê min nayê. Ez her roj dua dikim ku demildest daxwaza wan bicih bînin.”