AMED – Ji ber peyva “Kurdistan” li endamên Desteya Rêveberiya Avakar a Komeleya Pîşesazî û Karsazên Kurdistan (KURDSÎAD) bi hêceta li dijî Makeqanûnê ye doz hat vekirin.
Di 2014’an de karsazên kurd li Amedê bi navê Komeleya Pîşesazî û Karsazên Kurdistan (KURDSÎAD) daxwaznameya xwe da Maseya Komeleyan a Walîtiya Amedê û sazbûna xwe îlan kir. Ancak ji ber peyva “Kurdistan” di navê komeleyê de derbas dibe bi hêceta li dijî Makeqanûnê ye li endamên Desteya Rêvevberiya KURDSÎAD’ê doz hat vekirin.
Miduriyeta Komeleyan a Walîtiya Amedê giliyê komeleyê kir û Serdozgeriya Komarê ya Amedê dest bi lêpirsînê kir. Lêpirsîn qediya û veguherî dozê.
DOSYEYA TAŞÇIER VEQETANDIN
Dozgeriyê bi hêceta “Li dijî qanûna komeleyan muxalefet kirine” der barê sazûmankarên KURDSÎAD’ê Abdulbakî Karadenîz, Alaaddîn Tan, Burhan Turgut, Çelebî Rojda Kahraman, Gunay Uyar, Huseyin Bardakçi, Merthan Anîk û Mehmet Akyil de îdaname amade kir. Îdaneme ji aliyê 9’emîn Dadgeha Cezayê Asliye ve hat qebûlkirin. Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Îmam Taşçier ê bi awayek “guman” di dosyeyê de navê wî cih digire ji ber parlamentere dosyeya wî veqetandin.
Ji ber heman doza li Serokê Desteya Komeleyê Abdulbakî Karadenîz hat vekirin 10 meh cezayê hepsê dabûnê û 820 lîre cezayê pere hatibû birîn.