* Li Geverê di 2 salan de gorên heman goristanê 6 caran hatin rûxandin. Dayika Suleyman Aksu yê gora wî hat ruxandin Kudret Aksu got: “DAIŞ’ê kurê min û hevalên wî qetil kirin. Mala ku kurê min çêkir bi darikek niftikê şewitandin. Ev 6 car in gora wî rûdixînin. Ev kînek çawa ye.”
* Endamên Platforma Mexdûrên KHK'ê yên Edeneyê gotin dê li qada 1'ê Gulanê edaletê qîr bikin û banga "yekîtiya bi hev re" bikin.
* Li Edeneyê jin dê bi laçikên xwe yên spî girê bidin û ji bo piştevaniya grevên birçîbûnê dê beşdarî mitînga 1’ê Gulanê bibin.
* Ji ber peyva “Kurdistan” li endamên Desteya Rêveberiya Avakar a Komeleya Pîşesazî û Karsazên Kurdistan (KURDSÎAD) bi hêceta li dijî Makeqanûnê ye doz hat vekirin.
* Mamosteya polê Îlknur Alçelîk Akîkol a bi KHK’ê hat îxrackirin got: “Ji bo siberoja xwe em ê li qadên 1’ê Gulanê bin.”
* Alîkarê Hevserokên Giştî yên HDP’ê Azad Bariş diyar kir ku destpêkirina kampanyaya îmzeyan a 51 nivîskar û mirovên zanist ên Xelata Nobelê girtine girîng e û got: “Azadiya Ocalan gava ewil a aştiya Rojhilata Navîn e.”
* Piştî ku qeyûm tayînî Şaredariya Mêrdînê hat kirin, polîsek li MARSU’yê wezîfedar kiribûn ib hêceta jinan tacîz kiriye wî xistibûn ber lêpirsînê. Lê tevî lêpirsînê jî polîs tê xebitandin.
* Welatiyên Amedê diyar kirin ku ew ê di 1'ê Gulanê de li Meydana Îstasyonê bin û di rojeva wan de krîza aborî, tecrîd û grevên birçîbûnê hene.
* Dayik Bedre Arzuman bi mehane ji ber nexweşîna xwe kurê xwe Hamza Arzuman ê di greva birçîbûnê de ye nedîtiye. Bi jimartina rojan li benda kurê xwe ye ku lê bigere.
* Çalakiya Nobetê ya malbatên girtiyan a li ber Girtîgeha Gebzeyê dê di roja 21'emîn de berdewam bike. (12.00)
* Rêxistina HDP'ê ya Edeneyê bi boneya banga beşdariya mitînga 1'ê Gulanê dê li Parka Înonu daxuyaniya çapemeniyê li dar bixe. (12.30)
*Platforma Îxraçên Amedê, bi boneya salvegera îxraçên çemawerî, dê li Şaxa Hejmara 1 a Egîtîm Sen a Amedê civîna çapemeniyê pêk bîne. (12.00)