AMED – Koma Ehûra ya Şanoyê ji Mahabadê hat Amedê û di Mihrîcana Şanoyê ya Amedê lîstika xwe ya “Mal Be Kol” da pêşandan. Temaşevanan lîstik gellek eciband û demek dirêj jê re li çepikan dan.
Mihrîcana Şanoyê ya Amedê ku bi dirûşma “Heqîqet Azad Dike” di roja 4’emîn de berdewam dike. Di roja 3’yemîn a mihrîcanê de ango duh êvarê lîstika “Mal Be Kol” a Koma Ehûra ku ji bajarê Mahabadê hatibû Amedê hat pêşandan. Lîstik li Salona Şanoya Navenda Çand û Kongreya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hat pêşandan û gellek şanohez beşdar bûn. Lîstik bi zaravayê soranî yê kurdî derket ser dikê û hat nîşandan. Husên Fezlûlahî lîstik nivîsandiye û Qumid Xakpur jî lîstikê birêve dibe. Lîstik behsa serpêhatiya du kesên ji malbat û malên xwe bûne û ka çawa xwe li ser pêya digirin dike. Şanohezan lîstik eciband demek dirêj li ser pêya ji bo lîstikê li çepikan dan. Piştî lîstikê şanohezan dirûşma “Leyla Guven rûmeta me ye” berz kirin.
‘AMEDIYAN ENERJÎ DAN ME’
Lîstikvan Firas Berter ku karaktera pêxember dileyîze da zanîn ku ew tevlî gellek mihrîcanan bûne û gellek xelat wergirtine. Berter anî ziman ku ew bi hatina xwe ya Amedê gellek kêfxweş in û got: “Me ji temaşevanên Amedê enerjî wergirt.”
‘RUHÊ YEKÎTIYÊ HEBÛ’
Ji temaşevanan nivîskar Şêxmûs Sefer jî da zanîn ku li gel lîstik bi zaravayê soranî bû jî lê temaşevanan bi baldariyek mezin temaşe kir û got: “Mirov dikare bi vê lîstikê ruhê Amed û Mahbadê li vir bû yek. Dibe ku şanohezan pir ji zimanê lîstikê fêm nekiribe lê bes ruhek yekîtiyê li vir hat zeftkirin.”
Mihrîcan dê îro êvarê bi lîstika “Zargotin Zêrgotin e” ya Koma Şanoya Mencel berdewam bike. Mihrîcan dê heta 5’ê Gulanê berdewam bike.