WAN - Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervîn Buldan û Sezaî Temellî li Wanê bang kirin ku her kes li ser îtîfaqa demokrasiyê bigihîjin hev. Hevserokan got qeyûmên li Wanê bi milyonan TL pere xwarin e û xerc kirine.
Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervîn Buldan û Sezaî Temellî serdana Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê kirin û hevşaredaran pîroz kirin. Di serdanê de hevserokan li ber şaredariyê daxuyanî da çapemeniyê. Ewil Hevşaredara Şaredariya Mezin a Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan axivî û got: "Qeyûm 1 milyar û 108 milyon, 556 hezar deyn li pey xwe hiştiye."
'EM DADMENDIYÊ DIXWAZIN'
Pişt re Hevserok Sezaî Temellî axivî û bal kişande ser tecrîdê û got: ''Me 31'ê Adarê bersiva herî xweş da wan ên ku ev 4 sal in welat mehkûmî tecrîdê kirin. Me got, ''bila dawî li tecrîdê were''. Ev 4 sal in tecrîda mitleq a li ser Rêzdar Ocalan ev welat tecrîd kiriye. Em dema ku dixwazin rêya demokrasî û aştiyê vekin, em dadmendiyê dixwazin. Em weke Leyla Guven dadmendiyê dixwazin. Weke bi hezaran girtiyên li girtîgehan. Weke hevrêyên me yên li Hewlêr û Strasboûrgê.''
'DEMILDEST TECRÎDÊ BIDAWÎ BIKIN'
Temellî çalakiyên greva birçîbûnê yên li girtîgehan bi bîr xist û wiha got: "Rewş xeterdar bûye. Ez bang li Wezareta Dadê dikim. Gavek berê gavekê dawî li tecrîda girankirî bînin. Bila Rêzdar Ocalan bi pergal malbat û parêzeran bibîne. Ji roja ku vê tecrîdê des pê kiriye û vir ve, her roj we ev welat mehkûmî bêdadiyeke dî kir.''
BANGA TIFAQA DEMOKRASIYÊ KIR
Temellî bang li hemû hêzên demokratîk, rêxistinên civaka sivîl, sendîkayan kir ku li dijî Rewşa Awarte, pergala qeyûm rabin û got: ''Em bang dikin ku li ser tifaqa demokrasiyê werin cem hev. Hewcehiya me bi lezginî bi demokrasiyê heye, hewcehiya me bi lezgînî pê heye ku em dawî li pergala tecrîdê bîni.''
'YSK BILA JI NEHIQÛQIYÊ VEGERE'
Temellî desteserkirina hin şaredariyên Kurdistanê yên bi destê YSK'ê bi bîr xist û got: ''Şaredariyên ku hattine desteserkirin bidin gel, bidin nûnerê wan. Hûn dikarin vê bikin.''
'QEDAYÎF Û ÇEREZ KERAFÎ VE LI WE'
Temellî têkildarî talan û deynên qeyûman jî axivî û wiha got: ''Tiştekî ku em veşêrin tine. Şaredarên me yên dema bihurî girtî ne, hûn nikarin sûcê wan ê bi qirûşekî bibînin, dema qeyûm a 29 meh in, dema sûc e. Em careke dî dibêjin, werin dema bihurî kontrol bikin, werin her roj kontrol bikin. Li Wanê milyarek û 108 milyon TL deyn li pey xwe hiştin. Li Amedê tonek û 600 kîlo qedayîf xwarin e. Li Mêrdînê jî 2 milyon TL çerez xwarine. Li van deran bi milyaran pere xwarine. Ne helalbe û kerafî ve li we."
'WERIN EM DAWÎ LI PERGALA TALANÊ BÎNIN'
Temellî got ew ê şaredariyan bi gel re bi hev re rê ve bibin û wiha dawî li axaftina xwe anî: ''Banga me ya tifaqa demokrasiyê banga xwedîderketina li gel e, banga xwedîderketina li aştiyê ye. Ji bo vê jî, werin em werin cem hev, dawî li vê pergala talanê bînin.''
'WÊ EV HEVDÎTIN RÊ LI BER AŞTIYÊ Û DADÊ VEKE'
Hevserok Pervîn Buldan jî got: ''Yektî û bi hev re bûn divê bi çarçoweya demokrasiyê be. Beriya her tiştî divê tecrîd rabe. Leyla Guven, li girtîgehan girtî, li Ewropa û li cihanê bi hezaran kes bedena xwe dane ber birçîbûnê. Daxwaza wan meşrû ye. Ne hiqûqî ye ku mirov vê daxwazê nebîne. Careke dî em bang dikin. Bi lezgînî divê Rêzdar Ocalan bikaribe malbatê û parêzerê xwe bibîne. Ev hevdîtîn wê rê li aştiyê, demokrasiyê, dadê û hiqûqê veke. Li bara van daxwazan bêdeng nemînin.''
Piştî axaftinan pankartek ku hemû deynên şaredariyê lê nivîsandibû bi avahiya şaredariyê ve daliqandin.
Buldan û Temellî piştî serdana şaredariyê derbasî avahiya HDP'ê bûn û çalakvanên greva birçîbûnê yên koma 6'emîn dewer girtibûn ziyaret kirin.