STENBOL – Hiqûqnasê ji Filîstînê Mahmoud Hassan diyar kir ku ji Leyla Guven hêz wergirtiye û got: “Daxwaza rakirina tecrîdê daxwazek rewa ye.”
Hiqûqnas û parêzvanê mafê mirovan ê Filîstînî Mahmoud Hassan bi boneya piştevaniyê bide Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye. Hassan serdana Guven kiribû û li rewşa wê pirsîbû. Hassan derbarê rewşa Guven û greva birçîbûnê de li gel Hevberdevkê HDK’ê Şedat Şenoglu û pêkahteyên HDK’ê li Navenda Giştî ya HDK’ê civîna çapemeniyêl i dar xist.
‘TECRÎD LI DIJÎ QANÛNÊN NAVNETEWÎ YE’
Hassan bi bîr xist ku Filîstîn ji sala 1967’an de di bin dagerkeriya Îsraîl de ye û dadgehên Îsraîlê ava kirine dadgehên leşkerî ne. Hasan da zanîn ku di salên derbasî de nêzî milyonek însanên Filîstînê ji ber dagirgkeriyê avêtin girtîgehan û got: “Niha hejmara girtiyên filîstînî 5 hezar û 750 kes e. Di nava van de 7 parlamenter jî hene. Îşkenceya giran li girtiyan dikin. Hin kesan hêj nabin hepsê dikujin. Ev îşkence li dijî mafên mirovan e. Gilî û gazinên li dijî vê yekê hene, lê tu demê nehatin bihîstin. Car carnan hin rêbazên îşkenceyê diguhere lê îşkence timî dewam dike. Yek ji rêbazên vê îşkenceyê jî tecrîd e. Ev pêkanînek li dijî qanûnên navnetewî ye.”
‘LEYLA GUVEN TIŞTEK DIJQANÛNÎ NAXWAZE’
Hassan hevdîtina xwe ya li gel Leyla Guven a li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye bi bîr xist û got: “Pêkanîna tecrîdê li dijî mafên mirovan e. Min ji nêz ve rewşa Guven dît. Piştî min wê ziyaret kir, hin zêdetir min hêz girt. Wê hêz da min û min motîve kir. Piştî serdanê min biryar da ku ji bo tecrîd rabe çi ji destê me were em bikin û divê em bêtir bixebitin. Çimkî însanek çi dike bila bike, divê di bin tecrîdê neyê girtin. Mafên mehkûmekî jî hene. Divê van mafan bicih bînin. Ez hêvîdarim dê Leyla Guven di têkoşîna xwe de bi ser bikeve. Çimkî daxwaza wê di qanûnên vî welatî de cih digirin. Tiştek li dijî qanûnan naxwaze. Ez hêvîdarim gavek berê gavekê bi ser bikeve.”