ŞIRNEX – Sûryaniyên li Hezexê dijîn li Dêra Dayika Meryem Cejna Nuhumo (Vejîn) pîroz kirin.
Welatiyên Sûryanî yên li gundên Navçeya Hezexa Şirnexê li Dêra Dayika Meryem Cejna Nuhumo (Vejîn) pîroz kirin. Rêveberên HDP’ê û DBP’ê yên Şirnex û Hezexê, Hevşaredarên Hezexê Songul Erden û Murat Şen jî beşdarî pîrozbahiyê bûn.
Suryaniyan rêveberên HDP’ê û DBP’ê û hevşaredaran pêşwazî kir û li hundirê Dêrê cejn hat pîrozkirin.
Hevserokê HDP’a Şirnexê Zekî Îrmez axaftinek kurt kir û diyar kir ku ew hêvî dikin wê ev cejn bibe wesîleya azadî, biratî û aştiya hemû gelên axa Mezopotamyayê.
Di pîrozbahiyê de hêkên rengîn hatin belavkirin û hêkan li hev xistin.