WAN – Bi hatina demsala biharê re Girava Axtamarayê bi kulîlkên darên behîvan xemilî û li benda ziyaretvanên xwe ye.
Dêra Axtamarayê nêzî hezar sal berê ji aliyê Qralê 1’emîn Gagîk ê Vaspurakan ve hatiye avakirin. Dêr li nava Gola Wanê wek Grava Axtamarayê tê nasîn. Dêr ango Girava Axtamarayê bi hatina mehên biharê re bi rengên biharê xemilî. Girava Axtamarayê ji ber sir û seqema dijwar hema bêje di mehên zivistanê de ji ziyaretvanan re girtî ye. Bi germbûna hewayê re Girav hatina ziyaretvanên xwe pêşwazî dike.
Girava Axtamarayê bi kulîlkên darên behîvan, hêşînaya rengê Gola Wanê û rengê çiyayên ku ji berfê hêj xemilandîne hemû xweşikiya xwe radixe ber çavan. Ev xweşikî û rengên hatina biharê mirovan ber bi Girava Axtamarayê ve dikişîne.
Dîmen û wêneyên Giravê ku ketin ber objektîfa nûçegihanên me hêjayî dîtinê ne.
Wêne û dîmen: Mujdat Can