STENBOL – Çalakiya rûniştinê ya xizmên windayan a ji bo piştevaniya çalakiyên greva birçîbûnê ku li Meydana Esenyurtê li dar dixin di roja 4’emîn de dewam kir.
Çalakiya grevên birçîbûnê ya girtiyên ji doza PKK’ê û PAJK’ê yên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dabûn destpêkirin didome. Çalakiyên piştevaniya ji bo girtiyan jî berdewam dike. Malbatên girtiyên di greva birçîbûnê de çalakiya rûniştinê ya li Meydana Navçeya Esenyurta Stenbolê dan destpêkirin di roja 4’emîn de dewam kir. Malbatên çalakiya rûniştinê li dar xistin, piştî demek kin polîs hatin û wan dorpêç kirin. Polîsan ji malbatan re got heke belav nebin dê wan binçav bikin. Malbatan got dê ranebin û belav nebin. Li ser vê yekê polîsan nasnameya her kesên li qadê kontrol kir. Malbat piştî demek rûniştin ji meydanê veqetiyan.