MÊRSÎN – Girtiyê nexweş Sînan Tûtmaz ku 60 roj in di greva birçîbûnê de ye, ragihand ku heta tecrîda li ser Ocalan bi dawî nebe ew ê dev ji çalakiya xwe bernedin.
Çalakiyên greva birçîbûnê yên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan didomin. Li Girtîgeha Tîpa T a Duzceeyê, girtiyê nexweş Sînan Tûtmaz ku ji 1'ê Adarê ve di greva birçîbûnê de ye, ragihand ku heta tecrîda li Îmraliyê bi dawî nebe wê çalakiya wan dewam bike.
Tûtmaz, di sala 2011'an de hatiye girtin û 25 sal ceza lê hatiye birîn.
‘EM BIMIRIN JÎ EM DEV JÊ BERNADIN'
Tûtmaz, di 24'ê Nîsanê de bi telefonê li malbata xwe geriya û diyar kir ku nayên tedawîkirin, vîtamînan nadin wan û bi awayekî sînordarkirî dikarin tiştên avî bikirin û gardiyan tim davêjin ser qawîşên wan û eşyayên wan belav dikin. Tûtmaz, got: "Heta tecrîda li ser Ocalan bi dawî nebe em ê dev ji çalakiya xwe bernedin. Em bimirin jî em ê dev jê bernedin."
Bavê wî Edîm Tûtmaz, anî ziman ku ji bo kurê xwe di wî halî de neb,ne naçe girtîgehê û got: "Saziyên ku deng ji xwe naynin hemûyan şermezar dikim. Jixwe CPT peywira xwe bi cih nayne. Wexta li Meclîsê behsa grevên birçîbûnê tê kirin Serkomar û rêveberên vî welatî derdikevind erve."
Dayik Fatma Tûtmaz jî got: "Xwedê heqê me dayikên kurd ji Erdogan re nehêle. Înşellah ew ê jî bikişîne. Em destekê didin zarokên xwe. Eger hevdîtin bi Ocalan re neyên çêkirin em ê jî têkevin greva birçîbûnê."