STENBOL – Parêzer Leyla Han Tuzel bal kişand ser çalakiyên greva birçîbûnê yên li dijî tecrîdê û xwest hiqûq ji bo her kesî wek hev pêk bê. Berdevkê Hewldana 78'an Celalettîn Can jî got: "Ji bo yekîtiya Tirkiyeyê û biratiya gelan deng bidin."
Endama Hiqûqnasên Ji Bo Demokrasiyê Parêzer Leyla Han Tuzel û Berdevkê Hewldana 78'an Celalettîn Can bal kişandin ser grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û xwestin hiqûq ji bo her kesî wekhev pêk bê.
‘PÊVAJO DIRÊJ DIBE'
Tuzel, bilêv kir ku daxwaza sereke ya çalakiyên greva birçîbûnê pêkanîna qanûnê ye û got: "Loma divê daxwaza kesên di grevên birçîbûnê de wekî daxwazeke ku pêk neyê û xeyrî meşrû neyê dîtin. Tenê dixwazin hiqûqa wekhev pêk bê." Tuzel, bi bîr xist ku li Girtîgeha Îmraliyê tecrîdeke cuda pêk tê û got: "Çalakger balê dikişînin ser vê yekê û dibêjin 'tecrîdê bi adwî bikin.' Daxwaza wan ne daxwazeke derî hiqûqê ye. Belkî ji ber em ên li derve baş nikarin balê bikişînin ser vê yekê pêvajo ev qasî dirêj dibe."
Tuzel, diyar kir ku ew jiyanê diparêzin û got: "Bila mirov nemirin. Ji bo mirov nemirin jî tişta divê bê kirin pêkanîna hiqûqê ye. Daxwaza ne daxwazeke derî hiqûqê ye. Ne daxwazeke ku pêk neyê. Dibêjin bila hiqûq pêk bê û ji bo her kesî wek hev pêk bê." Tuzel, destnîşan kir ku divê çavê her kesî li ser vê yekê be.
‘ÇALAKIYA HERÎ BERFIREH Û XURT'
Berdevkê Hewldana 78'an CelalettîN Can jî, bal kişand ser çalakiya greva birçîbûnê ya sala 2012'an ku 68 rojan dewam kiribû û got, wê demê piştî daxwaza girtiyan hatibû qebûlkirin nêveng nerm bibû. Can, bilêv kir ku lê belê di grevên niha de pêvajo cuda ye û got: "Niha rejîma yek zilamî pir xurt e. Polîtîkayên hundurîn û derve hemû li ser konsepta 'terorê' û li hemberî tevgera azadiyê ya kurd in. Îtifaq jî cuda ne. Ergenekon, Partiay Vatanê, koma Agar, MHP, hêzên kûr. Serdemeke zehmet e. Divê ev bê dîtin. Di van şert û mercan de greva birçîbûnê hewl dide derzekê çêbike û di wan derzan de roniya demokratîkbûyînê nîşan bide. Pir dirêj ajot. Di dîroka Tirkiyeyê de eger em salên 2000'î deynin hêlekê, ev çalakiya herî berfireh û xurt e."
‘DI NAV TECRÎDÊ DE TECRÎD'
Can, destnîşan kir ku li ser Ocalan tecrîda di nav tecrîdê pêk tê û got: "Ez jî li Girtîgeha Sîlîvriyê dihatim tecrîdkirin. Lê min karibû bi telefonê bi malbata xwe re biaxive. Dan û stendina pritûkan, nameyan hebûç Min dikaribû bi malbata xwe û parêzerên xwe re hevdîtinan çêbike. Lê Birêz Ocalan ji evan tiştan hatiye mehrûmkirin. Yanî a li ser Birêz Ocalan tecrîda li ser tecrîdê ye."
‘DENG BIDE JIYANÊ'
Can, anî ziman ku divê daxwaza çalakgeran bê qebûlkirin û pirsgirêk bê çareserkirin û bang li her kesî kir û got: "Ji bo yekîtiya Tirkiyeyê û biratiya gelan deng bidin vê çalakiyê. Mafê mirovan, mafê jiyanê pîroz e. Mafê herî girîng e. Ev maf nayê dewrkirin û destnedayîna vî mafî heye. Madem mafê jiyanê pîroz e, nexwe divê em ji bo vê dengê xwe bilind bikin. Deng bidin Leylayê. Tevî Leylayê destekê bidin mafê jiyanê yên bi hezaran girtiyî. Ev ji bo yekîtiya welat bivê nevê ye. Ev ji bo pêşeroja., ji bo nifşên nû, ji bo Tirkiyeyeke wekhev, azad bivê nevê ye."
MA / Sadiye Eser