ENQERE-Jinên, bi armanca balê bikişînin ser grevên birçîbûnê û tecrîdê, li Parka Kûgûlû ya Enqerê kom bûn, ji mirovan zincîr çêkirin.
Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi armanca balê bikişîne ser çalakiyên grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan berdewam dikin, li Parka Kûgûlû ya Enqerê kom bûn û ji mirovan zincîr çêkirin.
Jinan çalikên spî li dûra stûyê xwe girêdan, rûpoş dan ber rûyê, destên hev girtin û ji mirovan zîncîr çêkirin. Jinan bal kişandin ser grevên birçîbûnê û gotin: “Jiyana me dibin tecrîdê deye, welat dibin tecrîdê deye û bi hezaran girtiyên siyasî li dijî vê tecrîdê bi rojane di greva birçîbûnê dene. Leyla Guven 171 rojin di greva birçîbûnê deye. Leyal Guven parlementereke û tenê dixwaze qanûna bingehîn bê bi cihanîn û hiqûq pêk were. Ger em îro bêdeng bimînin, em ê temaşeyî mirinan bikin.”
‘DENG BIDIN GREVÊN BIRÇÎBÛNÊ’
Jinan di çalakiyê de bê navber dirûşemeyên “Deng bidin girtîgehan”, “Deng bidin grevên birçîbûnê, Leyla Guven”, “Deng bidin tecrîdê” û “Deng bidin zindanan” berz kirin.
Piştre jinan bi lêxistina çepikan çalakiya xwe bi dawî kirin.