SÊRT - Li Misirç a Sêrtê di serdegirtinên malan de ji 6 kes hatibûn binçavkirin 3 jê hatin girtin.
Li navçeya Misirç a Sêrtê, di serdegirtinên malan ên duh û îro de, 6 kesan hatin binçavkirin. Hakan Selam, Ramazan Olam û Alî Oguz ên dinava kesên hatibûn binçavkirin de, piştî lêpirsîna wan a li ewlekariyê bi dawî bû, sewqî Edliya Sêrtê hatin kirin.
3 kesên cezayê girtîgehê derbarê wan de hatibû teqezkirin, piştî cezayê wan li rûyê wan hat xwendin, hatin girtin.
3 kesên ku navê wan nehatin zanîn ku lêpirsîna wan dewam dike, li Midûriyeta Polîsan a Sêrtê tên girtin.