AMED - Operasyona leşkerî ya li sêgoşeya navçeyên Lîcê, Pasûr û Dara Hînê dest pê kir û pevçûn rûdan, bi dawî bû.
Di 23’ê Nîsanê de li taxên Hedik, Xosor, Mezraaliyan, Şaxûr, Karincak, Zengesor û gelek taxên din ên sêgoşeya navçeyên Lîcê û Pasûr ên Amed û navçeya Dara Hênî ya Çewlîkê operasyona leşkerî hatibû destpêkirin. Gelek leşkerên taybet, polîs û cerdevan beşdarî operasyonê bibûn.
HEZAR Û 158 KES DI GBT’Ê RE DERBAS KIRIN
Di hemû ketin û derketên taxan de cihên lêgerînan hatin danîn, yekîneyên leşkerî hemû wesatiyên di herêmê re derbas dibûn di lêgerînê re derbas dikirin û nasnameya hezar û 158 kesan di kontrola GBT’ê re derbas kirin.
DI OPERAYONÊ DE PEVÇÛ DERKET
Hat diyar kirin di operasyona bi piştgiriya helîkopterê destpê kir de, di 25’ê Nîsanê de pevçûn dinavbera leşker û HPG’iyan de derketiye. Walîtiya Amedê, derbarê operasyonê de daxuyaniyek nivîskî dabû û gotibû, li çolterên goma Hevsel û goma Keşkûvarî ya Yalimli pevçûn derketiye û 5 HPG’iyan jiyana xwe ji dest dane.
Operasyona leşkerî ya li qadek berfireh hat lidarxistin, duh bi şev saet 23.00’an de bi dawî bû.