ENQERE - Serokatiya Meclîsê pêşniyarname Serokwekîla Koma HDP’ê Fatma Kûrtûlan a di 21’ê Sibatê Roja Zimanê Cîhanê dabû, bi hinceta îfadeyên “erdnîgariya Kurd. Polîtîkayên înkar û pişavtinê” ‘qebe û birînkirin’ dît û red kir.
Serokwekîla Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fatma Kûrtûlan, bi boneya 21’ê Adarê Roja Zimanê Cîhanê pêşniyarname dabû Meclîsê. Serokatiya Meclîsê pêşniyarnameya Kûrtûlan îade kir.
Di 26’ê Nîsanê de bersiv ji bo pêniyarnameya lêkolînê ya Kûrtûlan hat dayîn. Serokê Meclîsê Mûstafa Şentop, di bersiva da de îfadeyên “Erdnîgariya Kurd. Polîtîkayên înkar û pişavtinê” di çarçoveya Madeya 67’emîn a rêznameya hundirîn a Meclîsê de nirxand û bi hinceta “Gotinên qebe û birînkirin” paşve îade kir.