ŞIRNEX - Qeyûmî tayînê Şaredariya Cizîrê hatibû kirin, Mala Dengbêj a Botanê terkî qedera wê kiribû. Ji ber baranê dîwarên Mala Dengbêj ketine xwarê û hemû reş bûne.
Qeyûm Ahmet Adanûr ê tayînê Şaredariya Navçeya Cizîr a Şirnexê hat kirin, dest pê kê wêneyên hûnermendên Kurd ji dîwarên Mala Dengbêj a Botanê daxistin. Piştî Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di hilbijartina 31’ê Adarê de şaredarî qezenc kir, carek din wêneyên hûnermendên Kurd Aram Tigram, Karapatê Xaço, Şakiro, Dîldar û Ayşe Şan bi cihên wan ên berê ve kirin.
Li bendêye ku di rojên pêş de, carek din pirtûkxaneya Mala Dengbêjan a ji aliyê qeyûm ve hatibû belav kirin, bê tijekirin û bikeve xebatê.