DÎLOK – Rîkar Kawa Huseyîn (21) ku li sînor hat girtin, ji ber di telefona wî de wêneyên YPG'iyan hebûn bi "endamtiya rêxistinê" hat tawanbarkirin û 6 sal û 3 meh ceza lê hat birîn. Parêzer Bahrî Ogûz ku bi dildarî bû parêzerê wî, Rîkar şiband karakterê Josef K. yê romana "Doz" a Franz Kafka.
Di sala 2015'an Rîkar Kawa Huseyîn ê 21 salî, bi hêviya ji xwe re karekî bibîne ji Efrînê berê xwe da Danîmarkayê. Piştî salekê dixwaze biçe Efrînê û tê Tirkiyeyê. Wexta tê dixwaze tevî hevalê xwe Halîl Hasan dbi awayekî qaçax biçe Efrînê. Lê belê di 10'ê Tebaxa 2016'an li Kilîsê leşker wan zevt dikin. Ji ber di telefona wî de wêneyên YPG'iyan hebûne, bêyî parêzer îfadeya wî tê girtin û hevalê wî tê berdan. Rîkar dişînin Girtîgeha Tîpa H a Dîlokê.
Piştî girtina wî bi 10 rojan Serdozgeriya Komarê ya Kilîsê bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" îdianameyê amade dike û Dadgeh jî bi heman îdiayê 6 sal û 3 meh ceza lê dibire.
Piştî Dadgeha Îstinafê ya Dîlokê ceza erê dike, dosyey ji Dadgeha Bilind re tê şandin û Dadgeha Bilind dibêje "ji ber parêzerê dosyeyê tune ye" biryarê xera dike û ji Dadgeha Îdareyê re dişîne. Lê ji ber dadgeh di biryara xwe de israr dike, dosye dîsa ji Dadgeha Bilind re tê şandin.
Parêzer Bahrî Ogûz, bi saya muwekîlekî xwe hay ji rewşa Rîkar çêdibe û bi dildarî dibe parêzerê wî.
‘DELÎL TUNE NE'
Ogûz, bilêv kir ku di dosyeyê de delîlên berbiçav tune ne û got: "Tenê wêneyên di telefona wî de hene. Ev li dijî nepeniya jiyana taybet e. Min di danişîna Dadgeha Îstinafê de got. Nerîna li telefona kesekî li dijî jiyana nepen e. Ev yek bêyî biryar hebe hatiye kirin. Me parêzeriya xwe ya der barê vê yekê de kir. Lê belê Dadgeha Îstinafê parêziya me esas negirt û heman biryara pesend kir. Li ser vê me dosye dîsa ji Dadgeha Bilind re şand û me dîsa îtiraz kir."
Ogûz, bilêv kir ku sempatiya ji bo YPG'ê ne sûc e û got: "Jixwe wêneyên kişandine jî bi piranî yên sala 2014-2015'an e û wê çaxê Rîkar 16 salî ye."
JOSEF K.
Ogûz, anî ziman ku hetanî danişîna Dadgeha Îstinafê jî cihê jidayikbûna Rîkar wekî Helebê hatiye bilêvkirin û got: "Lê belê Rîkar ji Efrînê ye. Ev yek jî nîşan dide ku bê Rîkar bi cidiyeteke çawa hatiye darizandin. Bi tu awayî Rkar nehatiye fêmkirin. Ji bo masûmbûna xwe pesend bike tim daxwazname dane. Tiştên hatine serê Rîkar û karakterê romana Doz a Franz Kafka 'Josef K.' dişibin hevdu. Josef K. sibehehkê ji nişkave tê girtin, lê nizane ji bo çi tê girtin. Li hember pergala hiqûqeke hay jê tune ye li ber xwe dide. Rîkar jî ji ber sedemeke hayê wî jê tune tê girtin û li hemberî pergala hiqûqa welatekî ku der barê wê de ne serwext e hewl dide masûmiyeta xwe îspat bike."
Parêzer Ogûz, diyar kir ku eger Dadgeha Bilind dosyeyê pesend bike, ew ê serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) bidin.
MA / Muhamed Abdulkadir Esen