STENBOL -Xwendekara Fakûlteya Hiqûqê ya Zanîngeha Altinbaş a Stenbolê Rojîn Muştak, bilêv kir ku polîsan wê revandiye û jê re gotine di HDP'ê de nexebite. Muştak, anî ziman ku ji roja ku hatiye revandin hetan niha tê şopandin.
Xwendekara Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Altinbaş a Stenbolê û Endama Meclîsa Ciwana ya HDP'ê Rojîn Muştak, wexta ji zanîngehê dertê polîs wê disekinînin û dibên îfadeyek te heye û wê binçav dikin. Muştak, bilêv kir ku paşê polîsên bi kincên fermî wê radestî polîsên sivîl dikin û got: "Min ji polîsan re got, dixwazim li malbata xwe bigerim. Lê nehiştin bigerim. Bi zorê min li wesayîtê siwar kirin. 5 deqîqe şûnde min ji wesayîta ewil daxistin û li wesayîteke din siwar kirin. Ên min ji ber dibistanê girtin nasnameya xwe nîşandan. Lê ên din nîşan nedan. Wan got em polîsên TEM'ê ne û gotin, ew dixwazin bi te re biaxivin. Derpêş kirin ku fealiyetên Meclîsa Ciwana ya HDP'ê îllegal in û mirovên tê de cih digirin talûke ne. Her wiha wêneyên du kesên di meclîsê de jî nîşan dan û gotin, divê tu bi van kesan re rûnenê."
Muştak, destnîşan kir ku wê nebirine qereqolê saet û nîvekê wê bi wesayîtê gerandine û got: "Ji min re gotin eger tu bi van kesan re bigerî wê tiştên xirab werin serê te û tu yê nikaribî bixwînî û em ê te bigirin. Her wiha gotin em careke din jî dixwazin te bibînin. Min jî got, eger îfadeya min hebe ez ê bêm qereqolê, lê ya hûn dikin ne rast e. Lê gotin rêyên din jî hene û dikarin bi awayekî din jî te bigirin. Paşê min danîn cihekî ku bi kîlometreyan dûrî cihê min jê girtin."
‘TÊM ŞOPANDIN'
Kuştak, diyar kir ku ji roja hatiye revandin tê şopandin û got. "Fealiyetên me hemû xebatên legal in. Eger wisa me bila nehiştana meclîsa ciwanan ava bibûna. Em van zext ûz oriyan qebûl nakin. Min dişopînin û dixwazin ev dev ji xebatên xwe berdim. dixwazin vîna me bişikînin. Lê wê nikaribin bi ser bikevin."
Muştak, serî li Şaxa ÎHD'a Stenbolê da.
MA / Ferhat Çelik