EDENE – Zekiye Atalay ku kurê wê Aydin Atalay 58 roj in di greva birçîbûnê de ye, got: "Xewa birîndara tê, lê xewa birçiyan nayê. Bila kes nemire. Bila daxwaza wan bê qebûlkirin."
Li Girtîgeha Tîpa F a Tekirdagê Aydin Atalay 58 roj in li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye. Aydin, 23 sal in di girtîgehê de ye.
Dayik Zekiye Atalay, diyar kir ku her hefte kurê wê lê digere û gotiye: "Tansiyona min zêde ye. Ji ber greva birçîbûnê zihîf bûme. Em li bendî malbata ne, bila malbat dengê xwe bilind bikin. Lê deng ji wan dernayê. Me bi tenê nehêlin. Heta tecrîd bi dawî nebe wê çalakiya me dewam bike."
'DILÊ ME DIÊŞE'
Dayik Atalay, anî ziman ku heta biha li girtîgehan çi grevên birçîbûnê çêbûne kurê wê tev lê bûye û ji ber vê nexweş e. Atalay, bilêv kir ku lê belê ji bo tecrîd bi dawî bibe kurê wê dîsa ketiye greva birçîbûnê. Atalay, diyar kir ku tim kurê wê û girtiyên di greva birçîbûnê de di bîra wê de ne û ji ber vê xew bi çavê wê nakeve. Dayik Atalay, bang li Wezîrê Dadê û hevjîna wî kir û got: "Ew jî dayik e, bi êşa dil dizane. Dilê me diêşe. Bila guh bidin daxwaza zarokê me."
Atalay, anî ziman ku ji bo ji girtîgehan darbest dernekevin divê hikûmet gavina bavêje û got: "Xewa birîndara tê, xewa birçiyan nayê. Bila kes nemire. Bila daxwaza wan bê qebûlkirin."